KARIN BOYE

Karin Boye di 26'ê Cotmeha 1900'î de li Swêdê, li bajarê Göteborgê ji dayik bûye, di 24'ê Nîsana 1941'ê de li bajarê Alingsåsê, wê xwe kuştiye. Dema ku Karin neh salî ye, bi wesîleya karê bavê wê yê endezyar, malbatê bar kiriye çûye Stockholmê û Karin Boye heta 1940'î li wê derê jîyaye. Piştî ku li Stockholmê perwerdehîya mamostetîyê qedandiye, li zanîngeha bajarê Uppsalayê zimanê Grekî, zimanên Îskandînawî û dîroka wêjeyê xwendiye. Piştre dîsa vegerîyaye zanîngeha Stockholmê û perwerdehîya felsefeyê wergirtiye.

Karin Boye werger kirine, gelek helbest, meqale, çîrok û romanên bi navê Astarte, Merit Hişyar Dibe, Krîz, Pir Hindik û Kallocain nivîsîne. Berhema wê ya herî navdar romana Kallocain e û bi saya vê romanê navê wê li cîhanê belav bûye.

KARIN BOYE - Yazarın Kitapları

Kapat