JOHN RONALD REUEL TOLKIEN

J.R.R. Tolkien di sala 1892’yan de li bajarê Bloemfontein ê Afrîkaya Başûr hat dinê. Di sala 1896’an de piştî mirina bavê wî malbat vegerîya Îngilîstanê. Di King Edward’s School de perwerdehî dît û di sala wî ya dawî de ya li Zanîngeha Oxfordê Yekem Şerê Cîhanê dest pê kir û Tolkien wekî serpel beşdarî şer bû. Piştî Şerê Cîhanê karîyera wî ya akademîk dest pê kir û wekî zimanzanekî navdar li seranserê cîhanê hat naskirin. Di zanîngeha Oxfordê de profesorê qada Anglo-Saxon bû û heya sala 1959’an li Koleja Merton û Pembrokeê mamostetî kir. Wekî zimanzan pisporîya Tolkien li ser Îngilîzîya Kevin û Îngilîzîya Navîn bû. Tolkien afirînerê Dinya-navîn e ku tê de ji bilî Mirovan, afirîdeyîn wekî Elf, Cûce, Troll, Orc û Goblin bi xasyetên xwe yên cîyawaz xuya dibin. Berhemên wî yên herî navdar The Hobbit (1937) û The Lord of the Rings (1954-1955) di Dinya-navîn de derbas dibin ku ew der wekî guhertoyeke afirandî ya cîhana me ye. Tolkien çîroka hobbit di destpêkê de ji zarokên xwe re dibêje û piştî handana weşangerê xwe wê wekî pirtûk dinivîse û pê re jî ew berhem dibe pirtûka serpîhatîya destpêkê ya şahkara wî The Lord of the Rings.  Her çiqas wekî sêyane tê binavkirin jî di esasê xwe The Lord of the Rings yek berhem e ku ji sê beşan pêk tê. Li gor hin rapirsîyan ku ji sala 1996’an û bi vir ve çê dibin The Lord of The Rings wekî pirtûka herî serkeftî ya sedsala 20’emîn hatiye destnîşankirin. Wergera vê berhemê heya niha bi 30’yî zêdetir zimanan çê bûye û zêdetirî 50 mîlyon kopî jî firotiye. Xebatên akademîk ên Tolkien her çi qas bi hejmara xwe kêm bin jî xwedî cihekî taybet in û giring in. Ji wan Sir Gawain and the Green Knight (1925) û Beowulf: The Monsters and the Critics, (1936) yên herî naskirî ne. Hin berhemên Tolkien dema ku ew sax bû çap bûn, wekî mînak Çîroka Farmer Giles of Ham (1949); The Adventures of Tom Bombadil and Other Verses from the Red Book (1962), Tree and Leaf (1964). Hin berhemên din jî ku Tolkien nekarîbû wan temam bike ji alîyê kurê wî Christopher ve ji bo çapê hatin amadekirin. Silmarillion (1977) ji wan a herî giring e. Ji bilî vê berhemê, pirtûkên wekî Unfinished Tales of Númenor and Middle-earth (1980), The History of Middle-earth (1983–96), The Children of Húrin (Narn I Chin Hurin: The Tale of the Children of Hurin, 2007), Beren and Lúthien (2017), The Fall of Gondolín (2018) ji alîyê kurê wî Christopher ve hatin temamkirin û di nav demê re çap bûn. Tolkien wekî pêşeng û temsîldarekî xurt ê cureya epîk-fantazîyê di wêjeya cîhanê de xwedî cihekî bijarte ye. Nivîskar di sala 1973’yan li bajarê Bournemouthê li Îngilîstanê jîyana xwe ji dest da. 

 

JOHN RONALD REUEL TOLKIEN - Yazarın Kitapları

1
Kapat