Di 9’ê Reşemiya sala 1940’an de, ji dê û bavekî ku reha wan digihîje koçberên pêşîn ên Holendî yên ku di sedsala 17’emîn de li Efrîqayê akincî bûn, li bajarê Cape Townê yê Efrîqaya Başûr ji dayîk bû. Piştî ku perwerdehiya xwe ya bilind li Cape Townê, di beşên Îngilîzî û Matematîkê de bire sêrî, derbasî Îngilîstanê bû. Di pirtûka xwe ya bi navê Boyhoodê (1997) de, behsa wan salên xwe yên li Cape Townê û di ya bi navê Youthê (2002) de, behsa serpêhatiya xwe ya li Îngilîstanê kir. Di 1971’an de, ji ber helwesta wî ya li dijî Şerê Wiyetnamê, daxwaza wî ya ji bo bicîbûna mayînde ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê nehate qebûlkirin. Di gel berhemên rexnegirî û yên wergera ji zimanên Holendî û Efrîqanî, Cooetzeeyê ku di sala 1969’an de dest bi nivîsîna wêjeyî kir, bi berhemên xwe yên wekî Dusklands (1974), In the Heart of the Country (1977), Waiting for the Barbarians (1980), Life & Times of Michael K (1983), Foe (1986), Age of Iron (1990), The Master of Petersburg (1994), Disgrace (Hetîketî,1999), Elizabeth Costello (2003), Slow Man (2005) û Diary of a Bad Year (2007) ve, ciyekî mezin û bêhempa di wêjeya cîhanê de digire. Ji bilî ku du caran bi Booker Prizeê (di 1983’yan de, bo Life & Times of Michael K û di 1999’an de, bo Disgrace (Hetîketî)yê) û di jiyana xwe ya nivîskariyê de, bi gelek xelatên din ên neteweyî û navneteweyî hatiye bixelatkirin, Coetzee, di 2003’yan de, ji ber ku “bi şêl û şêweyên bêhejmar ve giriftiyên seyr ên havîbûnê berbiçav kiriye”, bi Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate bipayekirin.
Hetîketî (Disgrace), ku yek ji sereketirîn romanên Coetzee û yên wêjeya bi zimanê Îngilîzî ye, bi deng û şêwaza Coetzee ya kartêker û sinc û etîkeke zirav û bi hostetî hatî ristin, bi hemû rewneqiya xwe, yekem car e di zimanê Kurdî de diteyîse.