MAHMUT BAKSİ

Mahmut Baksi (1944-2000), di sala 1944’an de li gundê Suphîyê ku bi ser Hezoya (Kozluk) Batmanê ve ye, ji dayika xwe bû. Berî ku xwendina xwe ya li Dicle Öğretmen Okulu xilas bike, wî dev ji karê xwendinê berda. Di sala 1967’an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batman Gazetesi de dest bi karê rojnamegerîyê kir. Di sala1968’an de bû serokê TİP’ê (Partîya Karkeran a Tirkîyeyê) a Batmanê. Di sala 1969’an de bi navê Mezra Botan romana wî a yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970’yî de pirtûka xwe a bi navê Sadi Akkiliç Davası derxist. (Sadi Akkiliç komunîstekî Tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê hatibû birîn.)

Karê wî ê sendîkavanîyê ji sala 1968’an heta sala 1970’yî dewam kir. Paşê bi hinceta ku Kurdîtîyê dike û ji ber her du pirtûkên wî ên ku hatine çapkirin, 15 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Loma di 1970’yî de ji bêmecalîyê mecbûr ma ku derbasî Elmanyayê bibe. Di sala 1971’ê de li Swêdê bi cî bû.

Mahmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawîya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî wergerîyane gelek zimanan. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi Kurdî, Tirkî û Swêdî nivîsandiye. Mahmûd Baksî di 19’ê meha 12’an a sala 2000’î de li Stockholmê çû ser heqîya xwe û gora wî li Diyarbekirê ye.

Weşanxaneya Lîsê ew ê weşandina kulîyata Mahmut Baksi berdewam bike.

Berhemên Wî Yên Di Weşnxaneya Lîsê de Çap Bûne:

Hêlîn, roman, çapa yekem 2007 çapa duyem 2018, Lîs

Gundikê Dono, roman, çapa yekem 2007 çapa duyem 2018, Lîs

Serhildana Mala Elîyê Ûnis, roman, çapa yekem 2018, Lîs

Lawikê Xerzî roman, çapa yekem 2018, Lîs

MAHMUT BAKSİ - Yazarın Kitapları

Kapat