BAWER RÛKEN

Di sala 1985an de li gundê Hajîlera Hewagê yê Rihayê ji dayik bûye. Di sala 2010an de Beşê Perwerdehîya Mamostetîya Seretayî li Zanîngeha Mêrsînê kuta kiriye. Ji sala 2011-2012an, li Rihayê di Radyoya Netê de bernameya “Destar” a wêjeyî ya Kurdî amade û pêşkêş kiriye. Di sala 2010an de, di Pêşbazîya Çîrokan a Huseyîn Çelebî de çîroka wî ya bi navê “Neftelîn” xelata yekem wergirtiye. Nivîs û çîrokên wî di gelek kovar û malperên Kurdî de hatine weşandin û çîrokên wî li zimanên din hatine wergerandin. Di kadroya avakirina Wêje û Rexne û Zaremayê de cih girtiye. Li Zanîngeha Artukluyê, mastera xwe ya Kurdî kuta kiriye.

Berhemên wî:

- Dojeha Veşartî, çîrok, Weşanxaneya Avestayê, Sitenbol, 2011.

- Qalik, roman, Weşanxaneya Avestayê, Sitenbol, 2014.

- Herimî, roman, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2017.

- Pirtûka Tenêtîyê, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2019.

BAWER RÛKEN - Yazarın Kitapları

Kapat