Haberler
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ III - DİYARBAKIR KARŞILAŞTIRMALI EDEBİYAT GÜNLERİ III
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya Sêyemîn ku bi hevkarîya Weşanxaneya Lîsê, Navenda Hunerê ya Amedê, Wêjegeh Amed û bi piştevanîya Qad bo Çandê bi temaya “Dahatûya Pêjnkar” tê lidarxistin.
Muqades Agirî
Nivîskar/Rojnameger
Nivîskar, mamoste Zerdûşt, di pirtûka xwe ya “Şakiro Gula Ber Cefayê” de kevneşopiya dengbêjiyê ya civakî, dîrokî û çandî bi zimanekî edebî û jînenîgarî pêşkêşî xwendewanan kiriye.>>> berdewam

Takî Çîftsuren
Nivîskar
Romana Kela Dimdimê, 'Dimdim', qala zilma dewleta Romê û Dewleta Îranê ya li ser kurdan dike. Piranî jî qala zilma dewleta Îranê ya li ser keleha Dimdimê. Kurd, bo xwe ji zilma dewletan biparêzin kelehek çêdikin. Keleh her çiqas ji hêla serokê eşîra Beroderan Xanoyê Çengzêrîn ve hatibe avakirin jî keleh gelek kurdan diparêze. Keleh ne tenê wek taca eşîrekê ye, wek dewleteke kurdan biparêze tê awa kirin û di romanê de bi vî rengî cih digire.>>> berdewam

Dilawer Zeraq
Nivîskar
Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.”
Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.”
Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!”
Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye wê peya biçe!”
>>> berdewam

Samî Hêzil
Nivîskar
Têkiliyeke xurt û dualî heye di navbera mîtolojî û helbestê de. Ji hêlekê ve mît –her çiqas wek cureyeke pexşanî, wek çîrok, bên pejirandin jî– xwedî xasyetên derbirîna helbestî ne û tê de gotinên pirwate û zimanekî sembolîk û sazbûneke kompleks wek a helbestê hene; ji hêla din ve jî helbestê timî ji deqên mîtîk, ji çîroksaziya wan û ji tema û fîgurên wan sûd wergirtiye û ji bo îfadeya xwe zengîn bike ew bi şêweyên cihê, bi temsîlên nû ve-şixulandine.>>> berdewam

Omer Dilsoz
Nivîskar
Tişta me li kurdî radikêşe, bi ya min, ji her tiştî bêhtir ew “hesta kolektîv e”; ew a ku birîna AXa me pê diaxêfe. Ew birîn e, me ber bi gerînekên ‘xelk û êşên hevpar’ ve kaş dike. Heman demê, a ku me li ser reha xwe dibişkuve jî her dîsa lêqewmîna heman ‘çarenûsê’, belkî jî ‘lêveketina’ heman çîrokê ye.>>> berdewam

Koronavirüs salgını zaten sıkıntılarla boğuşarak ayakta durmaya çalışan Kültür Sanat yayıncılığının karşılaştığı zorluklara yenileri eklendi. Ayakta durmaya çalışan yayıncıların bunu başarıp başaramayacağı sadece kendilerini ve çalışanlarını değil belki de bütün toplumun geleceğini etkileyecek. >>> Devamı

Çîroka bi navê “Tayek Porê Spî” ya Qedrî Can di 03.03.1943’yan de di kovara “Ronahî”yê de hatiye weşandin. Qedrî Can neferekî nifşê “Hawar”ê ye. Wî jî wekî gelek neferên nifşê xwe, huner û siyaset di nava hev de stirandiye. Lewma jî ew nifş nifşekî piralî, xurt û dewlemend e. Wî jî di hemû nivîsên xwe de, bi rêyeke baş tê zanîn hewl daye qala tiştekî dîtir bike; lewma jî berê xwîneran dide gelek aliyan. >>> berdewam