“Tayek Porê Spî” Manîfestoyeke ji xwe dirêjtir e

Sîdar Jîr

Çîroka bi navê “Tayek Porê Spî” ya Qedrî Can di 03.03.1943’yan de di kovara “Ronahî”yê de hatiye weşandin. Qedrî Can neferekî nifşê “Hawar”ê ye. Wî jî wekî gelek neferên nifşê xwe, huner û siyaset di nava hev de stirandiye. Lewma jî ew nifş nifşekî piralî, xurt û dewlemend e. Wî jî di hemû nivîsên xwe de, bi rêyeke baş tê zanîn hewl daye qala tiştekî dîtir bike; lewma jî berê xwîneran dide gelek aliyan.

“Tayek Porê Spî” jî çîrokeke piralî ye. Her çîrokek, her metnek di nava xwe de gelek tiştan vedihewînin. Ji gelek pencereyan ve dikare bergeha xwe firehtir bikin. Çîroka “Tayek Porê Spî” jî piştî xwendineke ne ji rêzê, pencereyên xwe yên dîtir nîşan dide. Mirov dikare ji çend aliyan ve wê ji hev veçirîne… Lê divê em hay ji vê yekê jî hebin ku Qedrî Can di îthafa destpêka çîrokê de Mistefa Lutfî el Menfelotî yê Misrî bibîr tîne û dibêje: “Li ser şopa Menfelotî.” Bila niha ev nav bi şertê lêvegerê li vê derê bimîne... 

Di xwendina pêşîn de, wekî çîrokeke asayî û lihevhatî, bala mirov dibe ser herikîna jiyanake asayî. Lê di tehlîla berhemên hunerî de, gelek caran herikîneke asayî têra têgihîştina metnan an jî têra veçirandina wan nake… Ji ber vê yekê, kesên hewl didin metnên bi vî rengî tehlîl bikin bi çavekî dîtir û di dergehekî dîtir re xwe digihînin asoya firehtir a metnê. 

Di “Tayek Porê Spî” de; yek serê sibehekê radibe, di ber neynikê re derbas dibe, di neynikê de tayekî spî bi ber çavên wî dikeve – tayekî cênîka wî spî bûye.  Ji wir û şûnde êdî dest pê dike. Tesîra tayê spî ya psîkolojiya wî dibe, çûn û hatina wî ya emrê çûyî û yê niha, şazwazîbûna wî ya gava tayê spî di cênîka xwe de dibîne û hwd, yeko yeko li pey hev hatine rêzkirin. Ciwanî, kalbûn, xweşî, nexweşî, hêvî, bêhêvîbûn û gelek têgihên din di çîrokê de li pey hev di moxila çîrokê re derbas dibin.

Di paragrafa sêyem de bi vê hevokê dest pê dike: “Ey tayê spî! Min tu rengê spî mîna gewrbûna te reş... û tu nûr qandî nûra te tarî ne dît. Te, her tiştê spî li ber çavên min reş kir; heta roniya hêv û tavê... Heta roniya her du çavan...” Ev bi tena serê xwe zirçîrokek e tijî êş û têkçûn e. Ji bilî hevoka dawîn a çîrokê, wisa dibêje: “Wey li ser seran û li ser çavan tu hatî, ey tayê spî!..”(jixwe ev hevok bi xwe jî bi gilî û gazind e) -hema bibêjin hemû hevokên vê çîrokê bi vê tîrbûnê û bi vê keserê ne. 

Em baş dizanin Qedrî Can entelektuelek e û bi qasî kesekî mîna Menfelotî bişopîne û “çîroka xwe” îthafî wî bike serwext e. Jaliyekî din ve jî em dizanin bê çawa Qedrî Can ji ber rewşa siyasî derbasî Binxetê bûye (1931) û li wir, bi gelek entelektuelên/rewşenbîrên mîna xwe re tevli gelek kar û barên siyasî û kulturî bûye. Ev çîrok di sala 1943’yan de hatiye nivîsîn. Bi awayekî tarîxî, tarîxa nivîsandina çîrokê jî wekî serboriya nivîskêr gelekî muhîm e. Qedrî Can heta wê demê bûye şahidê gelek tiştan… Wekî mînak; Serhildana(!) Dêrsim, Sason, Serhildana Şêx Ehmed Berzanî, Şêx Mehmûd Berzencî, Agirî, Oremar, Zîlan, Xoybûn, Serhildana Şêx Seîd û yên beriya wê… Encama van serhildanan hemûyan ji hêlekê ve çîroka/meseleya kurmê darê ye. Qedrî Can piştî van serhildan û tevgeran “Tayek Porê Spî” nivîsîye. Em baş bala xwe bidin van hevokên çîroka “Tayek Porê Spî”: 

“Ey tayê spî! Ez, dibînim ko tu xwedî dek û rip î; tu, hêdîka, di guhê cîranê xwe de dikî “kur û pist” û tu wan dixapînî, ko ew jî mîna te bibin… Tu dixwazî di nava vî diyare bêdeng û bê gir-gêç de, ceng û cidalekê çêbikî da ko her kes di bin lingan de bipelçiqe. Tu, mîna însanê spî dikevî nav welatê reşikan û wan dixapînî û tu wan rebenan ji xwe re dikî kole û bende…” 

Piştî gelek tecrubeyên jiyanê bi çavên serê xwe dîtîye û jiyaye, Qedrî Can mîna hunermendekî xemxwur û afirîner van hevokan di çîrokekê de saz dike. Bêguman di berhemên kesên bi vî rengî de, psîkolojîya wan gelek caran hevsar ji dest nestîne jî, bi nivîskarê xwe re li hev dike û dide bezê...

Îcar di meseleya îthafê de, dibe ku bala her kesî nekêşe û gelek kes wekî îthafa ji hezkiriyekî/ê re bibîne, lê Mistefa Lutfî el Menfelotî(1876-1924) şexsiyeteke gelekî girîng ê Misrê ye û yek ji wan kesên edebiyata modern a Misrê daye destpêkirin e. Ligel vê jî, aliyê wî yê siyasî jî gelekî xurt e. Ji ber helbesteke wî, desthilatdariya wê demê ew xistiye hefsê. Di sala 1921’ê de, paşayê wê demê yê Misrê wî ji kar diavêje û pirtûka wî ya bi navê “en-Nazarat” dide berhevkirin. Ji bilî serboriya wî ya bi pirsgirêk a bi desthilatdaran re, Menfelotî bi “lêanînên” xwe yên edebî tê zanîn, ku lêanînên wî di bin tesîra ewropiyan û nivîskarên Sûriyeyê de hatine nivîsîn. Gelek berhemên wî ji wergerê wêdetir wekî “lêanîn” tê binavkirin – wekî ji nû ve nivîsandibe. 

Qedrî Can di îthafa xwe ya ji bo Menfelotî de wisa dibêje: “Li ser şopa Menfelotî.” Em tê dernaxin bê ev şop şopa edebî ye yan ya siyasî ye. Ev jî hêjayî lêkolînekê ye…

Di encamê de Qedrî Can li ser kîjan şopa Menfelotî be jî, “li ser seran û li ser çavan”… Piştî çîroka wî; Tayek Porê Spî di sala 1943’yan de di hejmara 13’yan a kovara RONAHÎ’yê de çap dibe, ji dema nivîsîna çîrokê mirov vedigere wê demê, bi bîrbirina Qedrî Can dihese û çendî têkçûn û şikestin derdikevin pêşberî mirov, ku şopên kûr li rihê wî hiştine. Ji ber van serhildanan, bê hemdê xwe mirov wekî xwîner berê xwe dide Dêrsim, Sason, Serhildana Şêx Ehmed Berzanî, Şêx Mehmûd Berzencî, Agirî, Oremar, Zîlan, Xoybûn û Serhildana Şêx Seîd û yên berîya wê… 

Û ber bi dawîya çîrokê ve vê hevokê saz dike: “...Xwedê zane tu mîna wan maran î ko hêlînê her tebayî, kuna xwe dizanin.”

Qedrî Can bi awayekî gelekî zîrek di ser tayekî por re berê mirov dide aliyê neteweperweriya wê demê. Belkî jî xwestibe em hinekî serê xwe bi dîrok û serboriyên xwe re biêşînin. Dibe ku nakokî û neliheviyên wê demê ji me re bi zimanekî hunerî vegotibe. Dibe ku xwestibe em heftê û heft sal paşê bi saya tayek porê spî li têkçûnên wê demê û yên beriya wê demê ho vedin. Lê ho vedin û em careke din li tiştekî wisa varneqilin...

“Ey tayê spî! Tu kî yî, tu çi yî kê tu şandiye û karê te li ba min çi ye? Heke tu mêvan î, kanî îzin û destûra ko min daye te? Heke tu bi hevalî hatiyî cem min, ez wî hevalê ko min bi xwe re bibe gorinê naxwazim...”

Di her hevokeke vê çîrokê de diyar dibe Qedrî Can gelekî bi zîrekî û şarezayî di ser qewimîn û bûyerên jiyana rojane re, berê xwîneran dide newaleke dîrokî ya kurdan. Nîveka pêşîn a Sedsala Bîstan jî ji bo kurdan gelekî bi êş e. Li gor mercên wê demê gelekî normal e ku ew êş û hest bi awayekî ji awayan, mîna tayekî porê spî yê di cênîka mirovekî de xwe bi pênûs û lênûska nivîskaran ve bizeliqîne. Ya Qedrî Can jî di “Tayek Porê Spî” de (heger wekî “lêanîneke” li ser şopa Menfelotî be jî), vebeyîna psîkolojîya wî ya wê serdemê ye... Vegotina psîkolojîya têkçûn û bêçaretîyê ye...

Çavkanî:

-Can, Qedrî, Tayek Porê Spî, Kovara RONAHÎ, hejmar :13, 1943 (Çapa Sêyem, Weşanxaneya Belkî, amadekar Rênas Jiyan, 2010)

-Can, Qedrî, GUNEH, (Çîrok, Weşanxaneya Lîs, 2007, amadekar: Yaqob Tilermenî-Elîxan Loran)

-Doç Dr. İşler, Emrullali, NUSHA, YIL: I, SAYI: 3, GUZ 2001 (sayfa 71-85) MODERN ARAP EDEBİYATINDA BİR ONCU MUSTAFA LUTFİ EL-MENFALUTI  ,  Gazi Egitim Fakultesi, Arap Dili Egitimi Anabilim Dali.  

- Cemilpaşa, Ekrem, Muhtasar Kurdistan Tarihi, (Avesta Yayınlari, 2018)

- Hawar, Cild I-II,  (Çapa Weşanên NÛDEM, 1998)

 

 

Kapat