Dimdim: Romana Mêran û Mêranîyê

Dimdim

Takî Çîftsuren

Nivîskar

Romana Dimdimê ya Ereb Şemo, meriv dikare bêje bi her awayî bi tesîra romantîzmê hatiye nivîsandin. Li gorî romantîzmê, bûyer ji tarîxa netewî û olî tên hilbijartin. Tesîra zimanê metnê, ji mêjî pirtir li ser dil e. Vebêj, car caran rasterast hest û ramanên xwe dibêje. Qet dirêj nake gotina xwe, carna wek aqilmendan, gotinan ji xwînerên xwe re dibêje. Carna metnê dide sekinandin, qala hin bûyeran dike û fikra xwe ya di derheqê bûyeran de tîne ziman. Vebêj di metna xwe de piştgirîya hin alîyan dike û hinan jî şermezar dike carna jî dike wan ‘çalh bike.’

VEBÊJ DI DIMDIMÊ DE ALÎYÊ KURDAN DIKE

Ez dikarim bibêjim vebêj, di Dimdimê de gelek ji van tiştan dike. Vebêj, di Dimdimê de, alîyê kurdan dike. Tim dîrok, edet û qaîdeyên wan pêş dixe. Derheqê kurdan de tiştên xweş dibêje. Li gorî vebêjî, her çiqas di nav kurdan de kesên bi neyarên xwe ‘şixul bikin’ hebin jî, kurd timî bo azad bijîn li hemberî dijmin berxwe didin û kurd serbilind in. Kesên vebêj pişt dide wan, tim baş in. Mînak, Xanoyê Çengzêrîn ji wan yek e. Xano carna wekî ‘Kawayê Hesinkar’, ‘şixulên’ efsûnî dike. Keftarê ku gelek ajal û zarokên kurdan dikuje û dixwe ji alîyê Xano tê kuştin. Di vir de Xano kesekî destanî ye.

Kesên xerab, heta ji eşîrê xwe jî piştgirî nagirin û vebêj jî ji wan hez nake. Loma wan dike rewşa xerab. Bekirê ku bi şahê Eceman re dixebite, di halê xerab de dimire. Sûto Begê Kurd dîsajî wan yek e û ji hêla serleşkerê Îranî ve bi ‘lîstik’an tê ser jê kirin. Ev tesîra romantîzmê ye. Dîsa li gorî vebêj kurd hemû sunî ne, kurdên şîa tune ne. Sunî, ji şîayan baştir in. Meriv dikare bibêje vebêj, propagandaya vê yekê dike lê ji ber ku piranî bi devê leheng ên vê yekê dike, sûc ji stuyê vebêj derdikeve.

Di Dimdimê de, di gelek cihan de dengê niviskarî dide ser dengê vebêjî. Nivîskarê pirtûkê Ereb Şemo, gelek cihan de deng û hesta xwe rasterast tîne ziman. Di rûpela ewil de jî wiha dibêje: “Ji barana wisa re em kurd dibêjin, dewleta gur û rovîyê.”

Di ‘Serê Sisêyan’ de jî wisa dibêje: “Rojek mabû, wekî Cejna Serê Salê bikin. Ji wê cejnê re em Kurd dibêjin Nevroj.” Di vir de vebêj dibêje, ez kurd im û perçeyek ji vê romanê me. Roland Barthes, bo vê yek dipirse û dibêje ew ê wisa dipeyive kî ye? Em dikarin bersiva pirsa wî bidin. Ev nivîskarê pirtûkê ye. Yanî Ereb Şemo bixwe ye.

VEBÊJ XWE EŞKERE DIKE Û DIBÊJE EZ KURDIM

Ereb Şemo di cihekî din de vê pirsê dike: “Ê gelo çi çênedikirin li wan hostexaneyan?” Piştî pirsa xwe dîsa ew bersiva xwe dide. Hin cihan de jî dibêje “rast e.” Di rûpela 22.yan de hevokeke wisa heye: “Rast e, bajarê Kela Dimdimê mîna bajarên qedîmî yên mayîn ew qas ne mezin bû, lê ev bajar jî êdî bûbû bajarekî mezin û çi bibêjî tê de bîter dibû.” Kesê ku dibêje rast e, ew nivîskar bixwe ye.

Wek jê pirs bikin dibersivîne û dibêje “rast e.” Meriv ji hevokê, gotina ‘rast e’ derxe, bavêje û di cihê gotina ‘çi bibêjî’yê de gotineke din bikarbîne dê çawa bibe? “Bajarê Kela Dimdimê mîna bajarên qedîmî yên mayîn ew qas ne mezin bû, lê ev bajar jî êdî bûbû bajarekî mezin û her tişt tê de bîter dibû.” Ger gotin bi vê şeklî bûya me dikaribû bigota Vebêj di vêhevokê de ne kifş e kî ye. Lê bi şeklê ku hevokê di metnê de cih girtiye, Vebêj xwe eşkere dike û dibêje ez kurd im, ez mêjîyê Ereb Şemo me.

Ez çend mînakên din jî bidim:
“Divê bêgotin, wekî dilê Dîlberê ji zû de ketibû Şebabê kurê Adî.” rpl.31-32.
“Rast e, payîz bû, lê hewa hê xweş bû.” rpl.36.
“Divê bê gotin, cimaeta Beroderan gişan ji Xano hez dikir…” rpl.36.
“Divê bê gotin, Huseyn Xan xezûrê Şah Ebas bû, lê şah ji xezûrê xwe hez nedikir, kêm gazî wî dikir.” rpl.177.

“Du xulam bi siwarî bi lez çûn pey Zadîne Xanimê. Divê bê gotin, jo Zadîneyê re digotin ‘Xanim’, ji ber ku ew bi rastî jî keça began bû.” Yanî vebêj, daxûyanî dide. Kimasîya romana Ereb Şemo ya herî bala min kişand ew e ku teswîrkirinên ruhî tê de kêm in. Hama li tunebûne. Pirtir tiştên bi çavan tên dîtin û teswîr kirin. Zimanê romanê qels e, hevokên wê hevokên dewkî ne. Hevokên ku qal û behsê dikin tehzî ne. Lê zimanê nivîskî divê rengo rengo be. Şemo, ne bi zimanê xwe lê bi meselayan û bûyeran xwe digihîne ruhê xwîneran.

Di Dimdimê de kêmasîyên edîtorîyê jî hene lê ji ber ku di dema Şemo de roman û romannivîsî kerekî nû bûye, meriv dikare çavê xwe ji wan re bigire. Mînakek bidim: Gava qala çav û rûyê Dîlberê tê kirin, vebêj dubare dike û ji ber ku çav û birûyên wê reş in hewce nake çavên xwe kil bike.

Di Dimdimê de, jin jî zêde cih nagirin. Loma meriv dikare bibêje ev roman, romana mêran û mêranîyê ye. Lê divê em heqê wî nexwin. Di beşa dehan de jin hinek derdikevin holê. Jin di vir de bi şervanîya xwe pêş dikevin.

Vebêjên wek vebêjê romana Dimdimê dikarin dîroka têkçûyî bikin weke destaneke navdar. Lê ew vebêj, meriv dikare bibêje pirtir heza nivîskar dibêje. Ez dikarim bi rehetî bibêjim, her neh beş li alîyekî, beşa dehan ya Dimdimê li alîyekî. Tu dibêjî qey Şemo, hemû hêza hibra xwe ji beşa dawî ya romanê re hiştiye.

* Ev nivîs di malpera Gazeteduvar.com.tr de hatiye weşandin. Bo nivîsa wir BITIKÎNE! 

 

Kapat