"Gerînek" û Qedera Axê

Omer Dilsoz
Nivîskar

 

 

 

 

Gerîneka Guernicayê - Yildiz Çakar 

Tişta me li kurdî radikêşe, bi ya min, ji her tiştî bêhtir ew “hesta kolektîv e”; ew a ku birîna AXa me pê diaxêfe. Ew birîn e, me ber bi gerînekên ‘xelk û êşên hevpar’ ve kaş dike. Heman demê, a ku me li ser reha xwe dibişkuve jî her dîsa lêqewmîna heman ‘çarenûsê’, belkî jî ‘lêveketina’ heman çîrokê ye.

Gotina Zîzekê aqilmend, “Ger mirov çîrokên hev bizanibin dê nikaribin neyariyê dijî hev bikin”, li vê derê, belkî jî, ji bo hemû zeman û hemû kêlîk û janreyên zemanî, rîsê heman tevn û rîsî ye.

Gerîneka Guernîka, navê romaneke bi kurdî ye, ji destê qelemeka mê derçûye û di nav xelekên zemanekî tebat de, kêlîkan berpêş dike. Roman, belkî jî herka binehişê kêlîkên nivîskar Yildizê ne, ku birînên canê wê; xwêya wan birînan ku xwe di giyan û jiyana wê pêçane, bi hev de dipêçe û tîne di wan kêlîkan de, li ser serboriya Lîzayê (paşê bûye Lîsa) raberî me dike; a rastir me digire nav pêlên xwe û li wan “kêlîkên şikestî”, derbên birînên WÊ dipêçe.

Ji romanê, em têdigihîjin ku Lîsa, abîdeya rihê nivîskar; di kêlîkine hateber de, li zemanekî, ku bavek ji zindanê vedigere, keçik wê nas nake û ev jibîrveçûna travmatîk, ev şikestina di giyên de me dixe nav gerîneka xwe û di nava zemên de ji berepaş me kaşî nav bîra nivîskar a aloz û têkevbûyî wer dike. 

Lewre jî, Gerîneka Lîsa, heman wext, wekî çarenivîsa AXa xwe, dişibe birîna xwe ya şikestî. A rastî, qewmîn, me bi xwe re di nav gerînekê de hol dike û li bin û kûrahiya hişê nivîskar digerîne.

Vegotina Yildizê têra xwe nerm û kûbar e, mirov, bi wê re di xewn û xewnerojka Lîsa de wer dibe, heman wext, hesteke germ ê nêzik, bêhemdê xwe, mirov ji bo Lîsa dihewîne û dibe ‘yeke nêzik’ ji rihê mirov re. Bi ya min, nivîskar, ger bikaribe mirov û lehengên xwe bi hev bide nasandin, wê demê, mirov dikare bibêje, ew deq gihîştiye meremê. 

Roman, behsa wergêrana zemanekî wiha dike, ku di wî zemanî de, li wê axê, wî erdî, ji bo ‘qewmîneke mezin’ bê serê te, hewceyî bi çi wesf û kartêkirinê nîn e.  A rastî, nivîskar, serûsebeba vê xezeba bi serê Lîza de hatî, bi bavê wê yê ‘piştperdeyê’ ve girê dide. Em dizanin, ku ew bav, heman demê di rihê Abraham de jî dibe evîneke şikestî, di rihê dayê Şaxê de jî dibe ‘çîrokeke nîvcomayî’ û di bejn û gewdeyê Abîdeyê de, bi rih û giyaneke nû xwe vedijîne. Dîsa vedigere destpêka xwe û hemû “kêlîkên wê” di zemanê bavê zindanî de, dişkên.

A rastî, Gerîneka Yildizê heman demê, geryana rihê wê yê birîndar e û gava mirov bi hûrgilî bixwîne, têdigihîje ku a rastîn nivîskar, di gerîneka giyanê xwe de, wekî sîsikekê perpitîye, perpitîye û dîsa di xweliya xwe de xwe ji nû ve daweşandiye. 

Çimkî peyv wekî rihê perperikekê nazik û kûbar li hev geriyane, hevok, bi eşq û viyaneke kel a ji axa xwe, bi ta û derzî bûne. 

Binhişa nivîskar belkî serî ji wê bi xwe jî standiye û xwe berdaye nav newalên bêbinî yên AXa xwe û gava zeman qerisîye kêlîk şîn bûne û peyvê kariye xwe ji qalibên xwe derbixe.

Romana Gerîneka Guernîka têra xwe spesîfîk, têra xwe bû cihê cedel û pêdeçûnê, bi van aliyên xwe, karî di nav rêzên rajor de cihê xwe çêke. 

Bi ya min, ev du sê sal in, edebiyata kurdî her diçe li xwe zêde dike. Ceribandinên nû, berhemên baş û serkeftî. Guernîkaya Yildizê bêguman cihekî xwe yê bilind di nav vê rêzê de girt. Spêdeya edebiyata me her diçe geştir dibe.

 

Kapat