Romana Herimî û Şopa Ji Me Mayî

Dilawer Zeraq
Nivîskar

 Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin; 
“Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.”

Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.” 

Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!”

Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye wê peya biçe!”

Sal û nîvek berê û şeveke têr kêfxweşî bû.

Bawer Rûken li pêşberî min rûdinişt, Yildiz Çakar li tenişta min û me şekirên wêjeya kurdî dişikandin… Min pirsî ji Bawerî; “Biracan, tu niha li ser kîjan karî yî?” Li min vegerand; “Ez niha li ser romanekê dixebitim, van rojan ez ê bispêrim weşanxaneyê.” Ez ji xwe re bişirîm. Bawer, hay jê tunebû ka çima ez dibişirim. Halbûkî min jê pirsa karê ku mirov pê pere qazanc dike, kiribû…

Nîv saet di navê re neçû, agahîya ku min hilda, ji min re digot; “Tu ji karê xwe yî mamostetî hatî avêtin…”

Û piştî sal û nîvekê, Romana Bawer Rûken, a bi navê Herimî, derket û romanê ji min re got; ““Kar ew e ku şopek ji te bimîne, ne ew e ku pere ji te re bihêle…”

Herimî, romana serûbinohevkirina herimîna civaka kurd e. Roman, ji çend alîyan ve berê xwe dide civak û kesîdeyên kurd û herîmînên ku nekarîne xwe di taldeyên dîwarên qedexekirinan û di berqefên şikeftên tarî ên gerdîşî de xwe vedizin, aşkera dike û tîne li nav çavên me dixe.

Serê pêşîn min divê bêjim; ji bo berhemeke wêjeyî ku di hindava xwe de serkeftî û di tala xwe re têr û tije ye, çênabe ku mirov rabe ji bo wê peyvên ‘pesnên pûç’ bide dû hev û wê bike kelûmeleke berrizînê a populerîteya kapîtalîst…

Romana bi navê Herimî, bi kolana beşek ji bîra trajîk a kurdan hiş li me şîyar dike û em pêşî ji vê şîyarbûnê hinekî aciz jî dibin. Ji ber ku tem û meyla me her tim li ser jibîrkirinê ye… Lê Herimî, bi biryar e, ew ê alîyên me ên paqijmayî, yanî êşên me, digel herîmîbûna me ku bi destkarîyeke dereke li me hatiye genîkirin, bîne dayne ser sifreya me, pêşbergeha me û car din car din hiş li me şîyar bike…

Robozik, hêrs û cegerdarîya gelê Bakurê Keskesorê, zilm û zordarîya Dewleta Mîrkutyayê ku êdî ew dikare ji bo xwe bêje, min pênaseya ‘zilma qedîm’ heq kiriye û kevirên ku di destê zarokan de ne û berpêyî zilmê difirin û hey difirin… Na, ên ku difirin ne tenê kevir in, di heman demê de, serhişkîya gelê Keskesorê ye ku tu gule û bombe nikare wê bişikêne. Û sî û çar zarokên ku li dara hêjîrê bûne mînak… Ku ew ê her û her zinaran qul bikin û car din û car din şîn bibin…

Û zarokên Bakurê Keskesorê ku di çav Dewleta Mîrkutyayê de, ne ji vê dinyayê ne û gotina wan; “ev zarok hêjayî mirinê ne.”

Lê zarokên Keskesorê, ji bo vê gotina Dewleta Mîrkutyayîyê, ji bo pêkanînên wan ên di haveyna xwe de herimî, pirsa ‘çima’yê ji xwe û ji wan nakin… Minet li wê dera hanê ye û sekinîna li ser vê pirsê, ne hêjayî dilrehmîya dayikên wan ên êşhewîn û xemxur e. Loma jî zarokên Bakurê Keskesorê, li ser gotinên ‘bav’ dimînin ku ew ê bi lixwemikurhatinekê li me aşkera bikin ka ‘çima ye’ ev zilm û zordestîya ku em dibêjin qey êdî ew ê neqede…

Bavên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Hesûdî û xayînîyê pergala qewmekî belawela kir û mala me şewitand.” (r, 15)

Keç û kurên Bakurê Keskesorê dibêjin;
“Em ê hilnegirin têkçûnên we ku we wekî qeder ji me re hilbijartine.” (r, 15)

Na! Dibêjin keç û kur, “Na, wiha hatîye wê wiha neçe!”

Na, sed û bîst car na! “Siwar hatiye ew ê peya biçe!”

Roman, bi neyînkirineke bi vî rengî, dest pê dike kêlî bi kêlî, bêhna herîmînên ku di hişê me de li me genî bûne, dixe bêvila me.

Paşê? Paşê pîrozwerîya zarokê kurîn û nûra Xwedê ku ji zikmakî ve li ser serê wî xeleka xwe çêkiriye û hey şewqa xwe dibirûsîne; û ew zarokê kurîn ku her tim ‘kumsor û efendî’ ye. Û wekî heyînekî mezinbûyî, bav û kalên ku di romanê de wekî bîr û hafizeya dîrokî a bêhnpêketî a civakê didin der, bi şanek û têşanên wekî ‘ketina nav dest û pêyan’, ‘gû’ û ‘mîz tê de nesekinîn’ û ‘qûnsistî’ û bi palpiştîya biwêja ‘Ban qul be binban şil e’ amaje bi ‘herimîna avê a ji kanîyê de’ dike… Loma jî, bavê di romanê de heyî, zarokekî mezinbûyî ye ku hay ji ‘hezê’ tune û jin milk e û hewî jî her ji bo bikaranîna hêzê ye ku dê li ser jina heyî were sepandin.

Kapat