HERMAN MELVILLE

Nivîskarê Emerîkan ê ku ji hemû berhemên xwe yên pexşanî û helbestî bêtir bi romana xwe ya navdar a bi navê Moby-Dickê li tevahîya cîhanê tê naskirin. Melville di 1’ê Gelawêja 1819’an de li New Yorkê ji dayîk bû. Ji ber ku bavê wî Allan Melville hawirdekar û bazirganekî dewlemend bû, jîyana malbata Melville bi salan gelekî di nava rihetîyê de derbas bû. Lêbelê dema ku bavê wî di sala 1830’yî de xwest bikeve nava karê kurkfiroşîyê, zîyaneke giran gihişte rewşa aborîyî ya malbatê. Dema ku bavê wî piştî du salan mir, dahata wan bere

bere kêm bû. Nuxurîyê malbatê Gansevoort piştî mirina bavê xwe derbasî ser karê malbatê bû,  di pey re Herman wekî şirîkê kar tevî kekê xwe bû. Her wan çaxan Melville dest bi Dibistana Klasîkan a Albanyyê kir, di wir de wêjeya klasîk xwend, li gel hevalên xwe yên xwendekar beşdarî gengeşîyan bû. Di vî çaxî de wî dest bi nivîsîna helbest, bend û kurteçîrokan kir. Dema ku wî li Massachusettsê karekî mamostetîyê peyda kir, Albany bi cî hişt, lê pirr tê ve neçû, wî qîma xwe bi vî karî neanî, piştî sê mehan kar berda û vegerîya bajarê New Yorkê.

Sala 1837’an, kekê Melville di karê xwe de top avêt, malbata Melville dîsa ket nava xizanîyê. Pê re jî malbatê bar kire Lansingburghê, xwîşk û birayên Melville her yek ket ser karekî, Herman jî xwe li Akademîya Lansingburghê da nivîsîn, di wir de xwend, di ber re jî li bendê ma ku

di projeya Kanala Erieyê de ji xwe re karekî peyda bike. Ev kar bi destê wî neket, lêbelê di 1839’an de kekê wî di keştîyeke bazirganîyê ya bi navê St. Lawrenceê de ji wî re karê endamtîya muretebatê peyda kir, ku bernameya keştîyê ew bû ku dê ji New Yorkê biçûya Liverpoolê, Brîtanyayê. Melvilleê ku ji berê û paş de hez ji rêwîtîya li ser deryayê dikir bi xweşhalî bi vî karî qayîl bû û erka wî ya di vê keştîyê de paşê bi kêrî nivîsîna berhema wî ya wêjeyî ya bi navê Redburn: Rêwîtîya Wî ya Pêşîn hat, a ku wî bi çend salan piştî rêwîtîya xwe ya li ser vê keştîyê nivîsî. Ev berhema wî di 1849’an de hat çapkirin. Sala 1841’ê, Melville bi keştîyê derkete rêwîtîya xwe ya duyem. Di keştîyeke nêçîra nehengan a bi navê Acushnetê de kar peyda kir. Vê rêwîtîya wî bi qasî sê salan berdewam bû û han da ku ew romana xwe ya pêşîn a bi navê Typeeyê binivîse. Li gorî vê pirtûkê, di sala 1842’yan de keştîya Acushnetê gihiştîye Dorgeyên Marquesasê yên li Polînezyayê, Melville li gel hevalekî xwe yê ji xebatkarên keştîyê terka keştîyê daye, hema di pey re jî hozeke mirovxur ew revandine. Li gorî ku ji tomarên wêjeyî yên Melville tê famkirin, Melville û hevalê xwe bi qasî çar mehan di destê vê hozê de mane, paşê ji wir revîyane, xwe gihandine keştîyeke nêçîra nehengan a din a bi navê Lucy Annê, wekî endamên muretebatê tê de xebitîne.

Piştî vê qonaxê bi demeke dirêj, Melville navdartirîn berhema xwe ya bi navê Moby-Dick (di sêrî de sernav Neheng bû) nivîsî, ku di 1851’ê de cara pêşîn hat çapkirin. Moby-Dicka ku wekî Romantîzma Emerîkan tê hesibandin li ser ezmûna bi salan a li ser keştîyên nêçîra nehengana Melville bi xwe û serborîya keştîya nêçîra nehengan a bi navê Essexê hatîye raçandin, ku li gorî tomarên nivîskî Essexê du sal û nîvan ji Nantucket, Massachusettsê ber bi Başûrê Emerîkayê ve rêwîtî kirîye, dema ku nehengekî êrîşî wê kirîye, bi rastî jî di Sermaweza sala 1820’î de li naverasta Oqyanosa Pasîfîkê noq bûye. Xebatkarên keştîyê di belemên biçûk de li ser oqyanosê bi ro de çûne, tûşî bahozan, tîbûnê, nexweşîyê û birçîbûnê hatine, tew goştê hev xwarine da ku sax bimînin. Tevî her tiştî, çendek ji wan sax mane, karîne xwe bigihînin Başûrê Emerîkayê, çîroka wan di sedsala 19. de li tevahîya Emerîkayê belav bûye, dawîyê jî bi Melville Moby-Dicka şahkar daye nivîsîn. Lê Melville bi xwe serfirazîya wêjeyî û bazirganîyî yê vê berhema xwe ya nemir bi çavên serê xwe nedîtîye.

Melville di 28’ê Rezbera 1891’ê de ji ber sekteya dil li bajarê New Yorkê mir. Piştî mirina wî bi çend salan gelek pirtûkên wî ji nû ve hatin çapkirin, Moby-Dicka wî hêdî hêdî hat naskirin, Melville di cîhana wêjeyê de bû navekî gewre. Ji salên 1920’î û pê ve Melville li ba xwîner û rexnegiran bû yek ji geştirîn navên wêjeyî. Ji ber romana xwe Moby-Dickê û vê kurteçîroka xwe ya bi navê Bartlebyê, îro Melville wekî yek ji gewretirîn nivîskarên Emerîkayê û cîhanê tê zanîn.

HERMAN MELVILLE - Yazarın Kitapları

Kapat