HARRY MARTINSON

Helbestkar u romannuse Swedî ye ku bi riya helbest, roman u nivîsen xwe bandoreke berbiçav li ser zimane Swedî hiştiye. 6’e gulana sala 1904’an, li Jämshöga Blekingee ya herema li başure Swede, wekî zaroke malbateke peregende u xizan ji dayîk buye. He di şeş saliya wî de bave wî mir, dayîke jî terka wan da, bere xwe da Emerîkaye. Zarokatiya wî li malen zaroken bekes, di nava şert u mercen dijwar de derbas bu. Di gelek karen cihereng de xebitî, di şanzdeh saliya xwe de ji zarokxaneya ku le dima reviya, di keştiyeke de ji xwe re kar peyda kir, çend salan heta welaten mîna Brezîlya u Hindistane geriya.

Piştî çend salen din, ji ber nexweşiya xwe ya di pişiken xwe de vegeriya Swede, caran li ser karekî, pirrî caran jî be kar, da ser re u dirben Swede, geriya. Di bîst u yek saliya xwe de, li bajare Malmöye, ji ber serserîtiye hate girtin.

Sala 1929’an, Martinson wekî helbestkarekî derkete peş, tevî helbestkaren bi nave Artur Lundkvist, Gustav Sandgren, Erik Asklund u Josef Kjellgren antolojiya bi nave Fem unga (Penc Xort) amade kir, ku ve antolojiye nuxwaziya Swedî peşkeş kir. Helbesta wî bi awirekî xurt bere xwe dide evîne u hezkirina li ser xwezaye, van her duyan bi humanîzmeke hezdar digihîne hev. Li gel helbestkariya xwe, wî di ware romane de nav u denge xwe bi romana xwe ya bi nave Nässlorna blomma (Kulîlkvedana Gezgezke) bi dest ve anî, ku di sala 1935’an de çap bu u niha jî bi Kurdî di deste we de ye. Ev roman ji we hinge ve ye wergeriyaye betirî sî zimanen biyanî. Van salen ku bi Moa Martinsona nivîskara Swedî re zewicî bu, li berubere tegihiştina xwe ya psîkolojîk a ku xwe dispere welate bîranînen zarokatiye, Martinson çendek dîwanen din nivîsandin, di pey van re jî pexşanen tertijî, ku te de çavderî u peyv tekelî hev dibin, weneyekî ji peyvan hatî afirandin derdixin, Martinson bi xwe ji ve yeke re gotiye, “hizirkirina li nava merg û kaniyan.”

Martinson, di sala 1949’an de, wekî endame Akademiya Swede hate hilbijartin. Yek ji navdartirîn berhemen Harry Martinson jî, rezehelbesta wî ya bi nave Aniara (çap, 1956) e, ku helbesteke bi çeşne tevna zanistî ya epîk e u ev dîwana wî wekî operaya fezaye ya peşîn ji aliye Karl-Birger Blomdahl ve di sala 1959’an de hatiye bestekirin, behsa rewîtiyeke li fezaye ya sergerdanî dike. Ev dîwan dengekî berz e li ser behişî u şikestina mirov e. Harry Martinsone yek ji girîngtirîn helbestkar u romannusen zimane Swedî di jiyana xwe ya nivîskariye ya terberhem de gelek dîwan u romanen girîng nivîsandin, di sala 1974’an de, sala ku Graham Greene, Saul Bellow u Vladimir Nabokov berendam bun, tevî Eyvind Johnson hejayî Xelata Nobele ya Wejeye hate dîtin. Desteya Nobele ji ber ‘hostetiya wî ya di zeftkirina wateya biçuktirîn çilka xunave jî de u ji ber serkeftina wî ya vebeyankirina rastiyen gerdune’ ew hejayî xelate dît. Harry Martinsone diltenik, di 11’e reşemiya 1978’an de, ji ber rexneyen piştî wergirtina xelata mezin a Nobele, di Nexweşxaneya Karolinskaye ya li Stockholme de, bi meqeseke xwe kuşt.

Çend berhemen Harry Martinson ev in:

Spökskepp, 1929

Nomad (Koçer), 1931

Kap Farväl (Kepuya Xatirxwestine), 1933

Nässlorna Blomma (Kulîlkvedana Gezgezke), 1935

Passad (Alîze), 1945

Vägen Till Klockrike (Re), 1948

Cicada (Sîsirk), 1953

Aniara (Aniara), 1956

Utsikt Fran En Grästuva (Dîmenine Ji Gurzek Gîha), 1963

Hevalno, We Çîçkek Tarî Vexwar: Se Helbestkaren Swedî, 1975

Destegula Beyanî, Helbesten Xwezaye, 1985

HARRY MARTINSON - Yazarın Kitapları

Kapat