FEWZÎ BÎLGE

Di sala 1962’yan de li Dêrika Çîyayê Mazî hatiye dinyayê. Heta lîse qedandiye li Qoserê jîyaye. Li bajarê Stenbolê xwe bi du dibistanan awiqandiye. Di sala 2000’î de vegerîyaye welêt û di kargeha xwe (Soresorê) de pazdeh salan dersên wêne û wêjeyê daye û gelek wênesaz û wêjevan gihandine. Ew, xwedîyê gelek azmûn û çalakîyên hunerî ye. Piştî malnişîn bûye dest bi xwendina felsefeyê kiriye. Lê belê tenê du salan ev beşa navbirî xwendiye û wekî ên din dev ji vê jî berdaye. A niha li Amedê dijî. Tenê diwêne û dinivîsîne.

Berhemên wê ên heta niha çap bûne; Jidilara (çîrok, 2002), 29+1 (çîrok, 2005), Dîn in (çîrok, 2006), Qahpikên Kuçeyan (çîrok, 2007), Bi Şev Mêrdîn Stêrk in (çîrok, 2008), Têbiniyên Bajarekî Wêran (helbest, 2011), Dema Yezdan Dibişirî (roman, 2012), Antolojiya Tenêtiyê (helbest, 2013), Şev, Ba, Baran û Tu (çîrok, 2014), Gotinên Li Ber Devê Giyotînê (helbest, 2015)

 

Berhemên wî ên li Lîsê çap bûne: 

Qijalk, roman, 2020

FEWZÎ BÎLGE - Yazarın Kitapları

1
Kapat