EHMED HUSEYNÎ

Helbestkar Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayîk bû. Huseynî dibistana seretayî, navendî û lîse li bajarê Amûdê qedand. Pişt re li Zanîngeha Şamê paytexta Sûrîyeyê Beşê Felsefeyê qedandiye. Hikûmeta Sûrîyeyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite, ew jî neçar ma ku karên ne li gor xwe bike. Ji lew re Huseynî jî mîna gelek xortên Kurd berê xwe da Ewropayê. Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Di sala 2001’ê de, di Medya Tv’yê de, bernameya Sîmirê Tavsorkê û ji sala 2005’an de di Roj Tv’yê de bernameya Dengvedana Peyvê pêşkêş dikir. Ji destpêka sala 2013’an de, di Ronahî Tv’yê de, bernameya Şeva Hicranê pêşkêş dike.


Berhemên Wî:

* Mistek Ji Şîna Bêcir, Stockholm, 1990, Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê.

* Bi Xewna We Pênûsê Dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jîna Nû.

* Rono û Sirûdên Bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jîna Nû.

* Bazbend, Kewname, Stockholm, 1999, Weşanên APEC’yê.

* Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê.

* Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên Belkîyê.

* Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmancîya Nivîskî 2004, Weşanên Aramê.

* Ronoya (Nûristan) 2011, weşanxaneya Belkîyê.

* Navekî Kuştî Ji Navên Te yên Kesk Bûm. 2012, Weşanxaneya Ronahîyê.

 

Wergerên Wî:

* Sîriskê Hesinî (Selîm Berekat), Stockholm, 1997, Weşanên APEC’yê.

* Sîriskê Hesinî (Selîm Berekat), Çapa Duyem, Amed, 2014, Weşanên Lîsê.

 

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.

EHMED HUSEYNÎ - Yazarın Kitapları

 - 
0
Kapat