Nivîskar û helbestvanê Îngîlîz David Herbert Lawrence di 11’ê Îlona 1885’an de li nêzî Nottinghamê, li Eastwoodê çêbûye. Piştî ku li bajarê Nottinghamê lîse qedandiye, li dibistaneke taxa karkerên madenê mamostetî kiriye. Di 24 salîya xwe de di kovareke edebî de ya bi navê Review de helbest nivîsîne û bi vî awayî dest bi kar û xebatên edebî kiriye. Ne tenê di edebîyata Îngîlîz de, Herweha li temama cîhanê nav û deng daye.
Lawrence guhê xwe nedida fikrên dûr û xeyalî. Li gorî wî afirînerî bi awayekî xwezayî di kesayetîya mirovan de heye. Lewma wî digot “Nivîs ravekirina dema ku mirov tê de ye; ew dema eşkere û serhildêr.”
Di berhemên xwe de Lawrence rexneya modernîzm û civaka sanayîyê dike. Lewra ew modernîzmê weke mudaxeleyî xwezaya mirovan dinirxîne. Di berhemên xwe de vê felsefeyê vedibêje; kevneşopîyên bûrjûva rexne dike û têkoşîna azadîya mirovahîyê vedibêje.
Lawrence di bandora Freud de jî maye û li ser hestên binhişê mirovahîyê xebitiye. Li gorî wî yekîtîya aqil û ajoyên xwezayî, encax dikare bi saya zayendîyê çêbibe. D. H. Lawrence di 2’yê Adara 1930'î de li başûrê Fransayê, li bajarê Venceyê miriye.
Berhemên wî: Romana xwe ya yekem bi navê Teyrê Tawiz ê Spî di 1911’an de nivîsiye. Ya duyem ku nîv otobîyokrafîk e, Kur û Evîn di 1913’an de nivîsîye. Lawrence di vê romanê de têkilîya xwe û ya diya xwe û têkilîya xwe û ya jinên din bi nêrîneke psîkanalîtîk vedibêje. Romana Keskesor ku di 1915’an de nivîsîye guhertina civakî û psîkolojîk vedibêje. Di 1920’î de romana Evîna Xanima Chatterley, di 1930’yî de romana Cengene û Bakîre nivîsîye. Li gel romanan Lawrence helbest û ceribandinên hêja jî nivîsîne.