CÎHAN ROJ

Cîhan Roj, di sala 1965 an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê tê dunyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matamatîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala du hezar û şeşan de, di Azadiya Welat de tê weşandin.

Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebîyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap dibe.

Di gellek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weşandin. Demeke dirêj di malpera “diyarname” yê de qunciknivîskarî dike. Nivîskar hê di malpera “toterwinkel” de qunciknivîskarî dike. Xebata wî ya dawî romana bi navê “Armonîkaya Hêşîn” e  tê çaverêkirin ku were weşandin.

Nivîsên wî bi navê “Edebîyata Modern A Kurdî” di sala 2019 an de bi awayek dîjîtal hate weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derçû. Bi tevî mishefa derheq Cîgerxwîn de hatî weşandin, di mishefa bi navê “Kawayê Min” de û di mishefa kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatî çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.

Berhemên Wî:

Meyman, çîrok, 2006, Weşanên Lîs, Amed

CÎHAN ROJ - Yazarın Kitapları

Kapat