CERDOYÊ GÊNCO

Di sala 1904’an de li gundê Emançayîrê, qeza Qersê, di maleke Kurdên Êzdî de ji dayika xwe bûye. Wî jî, ji zarokatîya xwe de wekî Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl û gelekên din ji kanîya sêwîtîya dilêş û dijwar av vexwarîye, li sêwîxaneyê mezin bûye. Di sala 1918’an de ji bûyerên heremê û hicûmkirina hêzên Tirkan, mala bavê wî jî cî û war, mal û milkên xwe hiştine, revîyane ber bi Ermenistana niha ve. Di rê de dê û bavên wî hatine kuştin û ji ber vê Cerdo çûye sêwîxaneya bajarê Eşterekê, ya nêzîkî Yêrêvanê. Ji bîranîn û nivîsaran xuya dike ku Cerdo xortekî jêhatî û zîrek bûye. Di sala 1929’an de hatiye bajarê Êrêvanê ji bo xwendinê. Di demeke kurt de navê wî jî di nav rewşenbîrên Kurd de berbiçav bûye.  Weşana rojnameya “Rîya Teze” (1930) rûpelekî nû li jîyana wî peyda kiriye. Ketiye nava kar û barên weşana rojnameyê. Gotar û miqale ji rojnameyê re nivîsîne, bi awayekî çalak tevli karên wê yê birêvebirinê bûye. Di sala 1934’an de hatiye kifşkirin wekî rêvebirê rojnameyê. Ew rêvebirê rojnemêyê, yê Kurdî yê ewlin bûye. Di nav kadroyên Kurda yên wê demê de yê herî berbiçav ew bûye. Rewşenbîrê zîrek bi temamî xwe pêşkêşî kar û barê rojnameyê kiriye; miqale, gotar, kurteçîrok, fêlêton (kurtegotar) nivîsîne. Werger jî kirine. Lê gava di sala 1938’an de weşana rojnameyê hatiye sekinandin, xewn û xeyalên wî nîvco mane û ji ber vê demekê ketiye nava devê dijwarîyên stalînîzmê, hatiye zêrandin… Gava şerê Almanyaya Hîtler û Sovyetê dest pê kiriye, rojên giran ji bo wî jî dest pê kirine. Wê demê hatiye kifşkirin û wî kirineserokê şanoya Kurdan a dewletê ya li gundê Elegezê. Li vir di ber kar û barên serokatîya şanoyê re, tekstên şanoyê jî nivîsîne, wekî: “Destebirak”, ” Xûşka doxtriyê”. Di sala 1945’an de, çend roj berîya kutabûna şer, Cerdoyê Gênco çûye ser dilovanîya xwe.

CERDOYÊ GÊNCO - Yazarın Kitapları

Kapat