CASIMÊ CELÎL

Navê şaîr, wergêr û nivîskarê Kurd ê navdar Casimê Celîl di nava wêjeya Kurdan a Sovyetê de cîyekî berbiçav digire, her wisa di nava wêjeya tevayî a Kurdistanê de jî. Casimê Celîl ji malbateke Kurdên Êzdî  ye û sala 1908’an li gundê Qizilqûlêya navçeya Dîgorê li herêma Qersê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Celîl û ê dayîka wî Cewahîr e. Li wê heremê ji ber êrîşên Osmanîyan 16 gundên Êzdîyan koç û bar dikin ber bi Ermenîstanê. Mala bavê Casimê Celîl jî bi wan re koç dike. Li ser rêya koçkirinê gelek zar, jin û mêr di Ava Reş de dixeniqin. Casimê Celîl jî li ser rêya koçkirinê sêwî dimîne û pêşîyê wî dişînin sêwîxaneya Aleksandropolê. Paşê jî ew di sêwîxaneyên Celaloxlîyê û Rewanê de dimîne.

Casimê Celîl ji sala 1927’an hetanî a 1930’î di dibistanên leşkerîyê de dixwîne. Di van salên destpêkê de li paytextê Azerbeycanê; Bakûyê, paşê li ê Gurcistanê Tivlîsê gelek tiştan hîn dibe. Sala 1931’ê cîguhêzî Rewanê dibe ji bo rêveberîya Teknîkûma Kurdan a Mamostatîyê. Sala 1930’î Casimê Celîl bi Xanima Rizgo re dizewice.

Casimê Celîl sala 1932’yan di weşanxaneya Ermenistanê a dewletê de dibe Serokê para weşana pirtûkên bi zimanê Kurdî. Li vir gelek pirtûkên Kurdî dide çapkirin. Casimê Celîl di xortanîya xwe de dest bi nivîsara helbestan dike. Di salên 1930’î de êdî Casimê Celîl dikeve nava wêje û çanda Kurdên Ermenistanê û ew jî dibe himdarekî Kurdayetîyê. Casimê Celîl di sala 1936’an da dibe endamê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê.

Sala 1938’an Casimê Celîl li Fakulteya Rewanê a Înstîtuya Pedagojîyê a Fîlolojîyê û Wêjeyê ji bo xwendinê tê qebûlkirin heta sala 1941’ê. Li Înstîtuya Perwerdeyî a Bilind xwendina xwe li ser dîrok û wêjeyê distîne. Paşê ew bi awayê dûreke Fakulteya Hiqûqê a Zanîngeha Rewanê jî diqedîne û çend salan karê parêzerîyê dike.

Sala 1955’an radyoya Rewanê a Kurdî vedibe, Casimê Celîl dibe serokê wê ê yekemîn û gelek karên dîrokî pêk tîne heta meha Nîsana sala 1958’an. Paşê dibe redaktorê beşa muzîka Kurdî û wî karî heta Kanûna sala 1963’an dimeşîne. Casimê Celîl di radyoyê de bingeha arşîva stran û awazan datîne. Bi tevgera wî gelek kilam û miqamên cimaetê li ser qeytanê hatine nivîsandin. Berhevkirin, tomarkirin, parastin û nirxandina stranên Kurdî, ji salên nîvekên 1930’î pê de ji Casimê Celîl re bûne xebateke gelekî mezin. Ew hişmendîya wî derbasî zarokên wî jî bûye. Her çar zarokên wî  mîna wî karê berhevkirin û tomarkirina stran, çîrok, gotinên pêşîyan û destanên Kurdî kirine û gelek berhemên zargotina Kurdî ji jibîrkirinê rizgar kirine.

Ji sala 1960’î bi şûn de berevokên helbest û destanên Casimê Celîl bi zimanê Kurdî li Rewanê hatine weşandin. Casimê Celîl di salên 1970’yî de careke din dibe berpirsîyarê weşandina pirtûkên Kurdî di weşanxaneya Ermenîstanê a dewletê de. Casimê Celîl sala 1998’an li Rewanê wefat kiriye.

 

Berhemên Casimê Celîl Ên Di Weşanxaneya Lîsê De Çap Bûne

Kilamên Çîya, Helbest, Weşanen Lîs, 2020

Kofîya Dêya Min, Helbest, Weşanen Lîs, 2020

Kurdê Bengî, Helbest, Weşanen Lîs, 2020

Oda Kurda, Helbest, Weşanen Lîs, 2020

Rojê Min, Helbest, Weşanen Lîs, 2020

CASIMÊ CELÎL - Yazarın Kitapları

Kapat