BRAHÎM XELÎL  TAŞ

Brahîm Xelîl Taş, di sala 1953an de li Şilbê ku gundekî bi navenda Amedê ve girêdayî ye, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund xwendîye. Dibistana navîn li Diyarbekirê, paşê di sala 1971ê da Dibistana Mamostetiyê ya Boluyê qedandîye. Di sala 1978an da, Enstîtuya Perwedehîyê ya Diyarbekirê, beşa Fransî, her wiha di 1995an da li Zanîngeha Anadoluyê ya Eskişehirê, di beşa Fransî da Lisans xelas kiriye. Cara yekem di Enstîtuya Kurdî ya Amedê da dersa zaravayê Kurmancî daye û di çend serdeman da li Enstîtuya Kurdî, Kurdî-Der û Akademiya Ehmedê Xanî ya Amedê da rêvebertiyê kiriye. Niha jî li komeleya MED DERê, di pola mamostetiyê de dersên Rêzimana Zaravayê Kurmancî dide.

Berhemdarî:

Kêşana Lêkeran | Bi Zaravayê Kurmancî [Lêkolîn], Weşanên Lîs, 2011 - Amed

 

BRAHÎM XELÎL TAŞ - Yazarın Kitapları

Kapat