Di sala 1976’an de, li Amedê ji dayîk bûye. Di navbera salên 1996-2000’î de li NÇM’yê li Şaxê Mêrsînê dest bi xebatên çand û hunerî kiriye. Di navbera salên 2001-2002’an de li Batmanê li Navenda Çanda Baharê rêveberî kiriye. Di salên 2005 û 2006’an de di “Koroya Şaredarîya Rezan a Jinan” de, nêzî salekê jî di “Koroya Şaredarîya Amedê a Bajarê Mezin” de cî girtiye. Deh salan li Amed û Mêrdînê di AÇEV’ê de (Weqfa Perwerdehîya Jin û Zarokan) wekî Pêşenga koman û şêwirmendê qadê kar kiriye. Aytenxan hê jî li Amedê dijî û bi helbestê re mijûl e. Ev xebat xebata wê a yekemîn e.

AYTENXAN - Yazarın Kitapları

Kapat