ARÊZ ABDULLAH

Nivîskar û sîyasetmedar. Di sala 1965’an de li Hewlêra paytext a Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di temenekî gelekî ciwan de beşdarî qada sîyasetê bûye, li dijî sîxurên rejîma Sedam Huseyn wekî çalakekî nihênî yê azadî û demokrasîyê xebitiye. Arêz Ebdelah, piştî ku gelek caran ji alîyê hêzên rejîmê ve hatiye desteserkirin û tûşî îşkence û tadeyan hatiye, nema karîye li nava bajêr bi xwendina xwe û bi çalakîyên xwe berdewam bibe, dev ji zankoyê berdaye û tevî refên pêşmergeyên li çîyayan bûye. Heta sala 2003’yan, ku rejîma Sedam Huseyn ket, pêşmergetî kiriye, li nava refên pêşmergeyan gihîştiye pileya fermandetîyê. Ji sala 2005’an heta sala 2009’an li Parlamentoya Kurdistanê endamtîya parlamentoyê û serokatîya Dîwana Pêwendîyên Giştî û Rewşenbîrîyê kiriye. Ji sala 2010’an û vir ve ye endamê Dîwana Serokatîyê ya YNK’yê ye. Di sala 2014’an de, di hilbijartinê de, ji lîsta YNK’yê, ji rêza yekem, ji bo endamtîya Parlamentoya Îraqê bû namzedê parêzgeha Hewlêrê, di nava namzedan hemûyan de pirtirîn ray wergirtin û ji rêza yekem wekî niwênerê parêzgeha Hewlêrê hate hilbijartin. Ji sala 2014’an û vir ve ye li Parlamentoya Îraqê endamê parlamentoyê û Serokê Dîwana Petrol û Enerjîyê ye.  Arêz Ebdelah wekî nivîskar û sîyasetmedar li ser babetên wêjeyê berheman dinivîse.  Heta niha heft pirtûkên wî hatine weşandin û bi berdewamî bo weşanên çapemenîyê li ser gelek babetên curecur nivîsan dinivîse.

Berhema Wî:
Li Paş Derîyên Dadayî, Bîranîn, Weşanên Lîsê, 2016

 

ARÊZ ABDULLAH - Yazarın Kitapları

Kapat