Sala 1937’an, li Komara Ermenîstanê, li navçeya Aragasotnê,
gundê Şamîranê yî herêma Eşterekê hatiye dinyayê. Piştî temamkirina
dibistana gundê xwe yî hevtsale, ev berê xwe dide Yêrêvana paytext
di xwendinxaneya mamostetîyê de tê qebûlkirin. Piştî xwendina xwe diqedîne
ew vedigere gundê xwe û di dibistana gund de mamostetîyê dike.
Ew li gund bi awayê ji dûr ve di zankoya dewletê de beşa ziman û dîrokê
dixwîne û diqedîne. Sala 1964’a ew cîguhastî Yêrêvanê dibe û di radyoya
Ermenîstanê beşa Kurdî de dikeve ser xebatê û wekî redaktor dixebite. Piştî
demekê wî dikin serokê beşê. Di dema wî de xebatên giring ên di warê
dewlemendkirina kilam û miqamên Kurdî de hatin kirin. Roj bi roj fonda
zêrîn bi kilam û miqamên Kurdî ve dihat tijekirin. Gelek bernameyên nû
dihatin çêkirin.
Ji bilî karê radyojê wî helbest jî nivîsîne û helbestên wî di almanaxa
kurdî yî salane a bi navê Bahar de ronayî dîtine. Dengbêjê bi nav û deng
Aramê Tîgran tekstên çend helbestên wî kirine kilam. Navê Ahmedê Gogê
bi pirtûka Dengê Kal û Bavê Me wekî nivîskarekî di nava refên nivîskarên
Kurdên Ermenîstanê de hatiye nivîsandin. Ew pirtûk cara yekemîn sala
1997’an li Yêrêvanê bi tîpên Kirîlî, bi redaktorîya lêkolînvan, nivîskar û
helbestvanê Kurd î navdar Doktor Eskerê Boyîk hatiye weşandin. Ahmedê
Gogê sala 2003’yan li Yêrêvanê çû ser dilovanîya Xwedê.


Berhema wî:
Dengê Kal û Bavê Me, bîranîn, Lîs, 2020

AHMEDÊ GOGÊ - Yazarın Kitapları

Kapat