ADIL ZOZANÎ

Nivîskar, rojnameger Adil Zozanî di sala 1970’î de li Colemêrgê hatiye dinyayê. Zazanî ji sala 1990’î pêvê dest bi karê nivîsandinê kiriye. Yekemîn berhama wî ya bi zimanê kurdî teksteke tiyatroyê ye. Ev tekst bi navê ‘Van Gulan’ di kovara Newrozê de wekî tefrîka hate weşandin. Ji bo demeke dirêj di kovara Newroz û piştre jî rojnaneya Newrozê de nivîsên wî hatin weşandin. Ji ber nivîsên wî yên di van weşanên navborî de hatine weşandin û berpirsyariya wî ya karê nivîsan hate darizandin. Nêzî sal û nîvan di girtigêhê da ma. Ji sala 2000’î pê ve dest bi weşengeriya dîtbarî jî kir. Di sala 2001’î de yekemîn romana wî ya bi navê ‘Kejê’ hate weşandin. Zozanî ji sala 2004’î û pêve li Amedê bi cih bûye ûli wir dijî. Adil Zozanî di 23’ê aderê 2006’î de li Bakurê Kurdistanê û Turkiyeyê yekemîn car weşana bi zimanê Kuroî pêk anî. Amedekarî û pêşkeşvaniya bernameya ‘Dergûşa Çandê’ amede kir. Zozanî her wiha din av koma xebatê yekemîn rojnameya rojane ye bi zimanê Kurdî Azadiya Welat de cih girtiye. Zozanî di rojnameya Azadiya Welat de ligel qunciknûsiyê, di hemen demê de edîtoriyê jî dike. Her wiha ligel karê rojnamegeriyê xebatên xwe yên wêjevaniyê jî didomine Zozanî zewiciye û du zarokeên wî hene.

ADIL ZOZANÎ - Yazarın Kitapları

Kapat