A. BEDIR

Di sala 1981’ê de, li Gelîyê Zîlan, li Erdîşa Wanê ji dayîk bûye. Piçûktîya wî, li Zozanên Gelîyê Zîlan, bi guhdarkirina çîrokên komkujîya Gelîyê Zîlan derbas bûye. Di sala 1998’an de, di dibistana amadekarîyê de, ji ber xebatên polîtîk ketiye zindanê. Piştî derketina xwe, dibistana amadekarîyê sala dawî qedandiye. Piştre ketiye zindana Mûşê û li wir li ser Qasirga Tabûrîyê pirtûkek nivîsandiye, pirtûk, li weşanxaneyeke Kurdî, di lêgerînek polîsan de winda bûye. Ji ber ku tu kopyayên wê tunene, pirtûk ji dest çûye. Pişt re li Zankoya Stenbolê beşa derûnasîyê qedandiye. Cara dawî di bûyerên Kobanîyê de dîsa ketiye zindanê û derketiye. Xebat û lêkolînên wî ên li ser ziman û edebiyata kurdî, didomin. 

Berhemên Wî:

Heba Mezadı / Kuğunun Günahı, Tilki Kitap, 2014

Xemzêm, helbest, Weşanên J&J, 2016

Warê Firaran, roman, Weşanxaneya Lîs, 2020

A. BEDIR - Yazarın Kitapları

Kapat