YAQÛB GOÇERÎ

Di sala 1979’an de li Semsûrê, li navçeya Kolikê hatiye dinyayê. Malbata wî ji gundê Goçerî ê bi ser Kolikê ve ye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Kolikê xwendiye.  Di sala 1995’an de bi malbata xwe re koçî Stenbolê kiriye. Li ser wê bawerîyê ye ku yekane wateya jîyanê nivîsandin e. Demeke dirêj li Bakur, Başûr û Rojhilat maye. Di wê demê de gelek ceribînên wî ên çîrok, helbest û romanê çê bûne. Bi fotografkêşî û sînemayê re mijûl dibe. Di heman demê de bi navê Jenura û Hesin senaryoyên fîlman nivîsandiye. Lîstikên wî ên şanoyê ên bi navê Anadolu Rehabilitasyon Merkezi (Navenda Rehabîlîtasyonê a Enedolê), Wekî Xwe, Genim Zer hatin pêşandan.  Di sala 2005’an de li Swîsreyê bi cî dibe. Perwerdeyîya xwe a fotografkêşîyê li wir didomîne û karê fotografkêşîyê li wir dike. Derbarê sînemayê de gelek gotar nivîsandiye. Bi navê Tree of Ararat belgefîlmek çê kiriye. Hê jî li Genevayê wekî fotografkêş kar dike û li wir dijî. Nivîsên xwe ên helbestî bi Kurdî dinivîse lê ên pexşanî bi Tirkî dinivîse.

 

Li Benda Ketina Ûsiv pirtûka Yaqûb Goçerî a pêşîn e.

YAQÛB GOÇERÎ - Yazarın Kitapları

Kapat