Di 28’ê Sermaweza 1881’ê de, li Viyanayê ji dayîk bûye û di 22’yê Reşemiya 1942’yan de, li Petrópolisa li nêzîkî Rio de Janeiroyê jiyana xwe ji dest daye. Zweig yek ji navdartirîn nivîskarên Awistiryayê û cîhanê ye. Stefan Zweig kurê karsazekî sektora tekstîlê yê dewlemend, Moritz Zweig û jina wî, Ida Brettauerê bû. Bi birayê xwe Alfred re li Viyanayê mezin bû. Malbata Zweig ne dîndar bû, jixwe paşê wê Zweig xwe bi navê ‘Cihûyê tesadûfî’ bi nav bikira. Zweig helbestên xwe yên pêşîn, di sala 1901’ê de, li jêr navê Siberne Saiten (Têlên Zîvîn) dane weşandin. Di 1904’an de, yekemîn çîroka wî ya wêjeyî, ango ‘novel’a wî ya pêşîn çap bû. Zweig paşê bi vê şêwaza wêjeyê navdar bû. Zweig, ji bilî berhemên xwe yên wêjeyî û bendên xwe, bi wergera berhemên helbestkarên Fransî; Paul-Marie Verlaine, Charles Baudelaire û bi taybetî jî bi yên helbestkarê Belçîkî, Émile Verhaeren mijûl bû û rojnamevanî jî kir. Bi taybetî nivîsên wî yên li ser kesayetên dîrokî navdar in. Wî biyografiyên gelek mirovan nivîsîn. Eleqeya wî ya li ser Freud ew ber bi wê şêweyê ve ajot. Çend xebatên wî yên biyografîk wiha ne: Sê Hosteyên Mezin; Balzac, Dickens, Dostoyevski; Yên Ku Bi Şeytên Re Şer Dikin: Holderlin, Kleist, Nietszche Stefan Zweig mîna dewlemendên demê dijiya û li cîhanê gelekî digeriya; bo nimûne, di 1910’an de çû Hindistanê û di 1912’an de çû Emerîkayê. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, ji bo ku leşkeriyê bike serî li artêşê da, lê ji ber ku bi kêrî leşkeriyê nedihat, ew li arşîva Wezareta Şer hate erkdarkirin. Ji ber şer, Zweig hêdî hêdî li jêr kartêka hevalê xwe yê pasîfîst, Romain Rolland, bû dijberê şer û di sala 1917’an de, pêşî destûra bicîhiştina erkê danê, paşê jî ew ji erka leşkeriyê hate muefkirin. Stefan Zweig bi kutabûna şer re çû Awistiryayê û li bajarê Salzburgê akincî bû û Rêbendana 1920’an de bi Friderike von Winternitzê re zewicî. Zweig êdî li dijî neteweperestiyê di warê hizrî de çalak bû û ji bo hizra Ewrûpayeke yekbûyî dixebitî. Di sala 1927’an de, wî pirtûka xwe ya bi navê Stern Stunden der Menschheit (Demên Stêrkan ên Mirovahiyê) da weşandin. Ev pirtûk yek ji serketîtirîn berhemên wî ye. Bi dû vê re, qonaxa Zweig a mişextiyê dest pê kir. Piştî ku li Împaratoriya Elman, di sala 1933’an de, Sosyalîstên Nasyonal bûn desthilatdar, vê yekê kartêka xwe li Awistiryayê jî kir. Ji ber vê yekê jî Zweig neçar ma di 1934’an de koçberî Londonê bibe. Pirtûkên wî êdî li Elmanyayê nedihatine çapkirin û belavkirin. Di Adara 1933’yan de, novela wî Brennendes Geheimnis (Raza Ku Dişewitîne) bû filîm. Lê ji ber ku navê filîmê şewitandina Reichstagê, ango Parlemena Elmanyayê ya wê demê dianî bîra mirovan, Joseph Goebbels filîm qedexe kir û fermana nefirotina pirtûkên wî da. Di 1936’an de, pirtûkên Zweig li Elmanyaya Naziyan hatin qedexekirin. Zweig di 1938’an de dev ji jina xwe ya pêşîn berda û di 1939’an de bi Charlotte Altmannê re zewicî. Piştî ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir, Zweig bû welatiyê Brîtanyayê. Paşê di ser New York û Arjantînê re di sala 1940’î de gihişte Brazîlê. Di 1942’yan de, novela wî ya navdar, Schachnovelle (Novela Kişikê) hate weşandin. Piştî mirina wî, di 1944’an de, pirtûka wî ya li ser jiyana wî bi xwe, Die Welt von Gestern (Cîhana Duh) hate weşandin. Stefan Zweig, di 22’yê Reşemiya 1942’an de, li Petrópolisa li nêzîkî Rio de Janeiroyê ya Brazîlê, jehr vexwar û xwe kuşt. Jina wî jî piştî mirina wî morfîna zêde li xwe xist, xwe li nik Zweig dirêj kir û mir.
Berhemine wî:
Silberne Seiten (Têlên Zîvîn), helbest, 1901
Brennendes Geheimnis (Raza Ku Dişewitîne), novel, 1911
Sternstunden der Menschheit (Demên Stêrkan ên Mirovahiyê), bend, Leipzig, 1927
Marie Antoinette, biyografî, Leipzig, 1932
Maria Stuart, biyografî, 1935
Schachnovelle (Novela Kişikê), Buenos Aires, 1942
Die Welt von Gestern (Cîhana Duh), Stockholm, 1944