ŞÎYAR ÎSA

Di sala 1982’yan de li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2006’an de koçî Swêdê kiriye. Dîplomaya xwe ya Beşê Zanistên Sîyasî li Zanîngeha Uppsalayê qedandiye, master jî li Zanîngeha Karlstadê qedandiye û niha teza wî ya doktoraya Beşê Zanistên Sîyasî amade dike. Ji ciwanîya xwe dest bi karê sîyasî kiriye. Di sala 2011’an de, wekî endamekî rêberîya Şaxê Uppsalayê yê Partîya Keskan a Swêdê hate hilbijartin. Di navbera salên 2010’an û 2013’an de, Partîya Keskan a Swêdê ew wekî endamekî Desteya Sondxwarîyan a Dadgeha Uppsalayê hilbijart.  Wekî serokê Komeleya Swêdî-Kurdî hatiye hilbijartin û paşê wekî serokê Yekîtîya Xwendekarên Kurd ên Swêdê Li Uppsalayê. Di sala 2014’an de vegerîyaye Qamişloyê û li wir niştecî bûye. Niha jî di warê karûbarên şarwer de kar dike. Wî hin lêkolînên xwe di weşanên çend navendên lêkolînê yên Ewropayê de belav kirine û her weha bi dehan gotarên sîyasî û hevdîtinên li gel wî di malper, kovar û rojnameyên Kurdî û Sûrîyeyî de hatine weşandin.  

Berhemên wî yên çapkirî:

Hin Pirsyar Der Barê Demokrasîyê De “Sûrîye Wekî Mînak”, lêkolîn, Weşanxaneya

Lîsê, Amed, 2016

ŞÎYAR ÎSA - Yazarın Kitapları

Kapat