RIZGAR ELEGEZ

Helbestkar. Di sala 1984’an de, li parêzgeha Serhedê ya Kurdistanê, li gundê Bazirganê yê ser bi navçeya Gîhadînê ya Qerekilîseyê ji dayîk bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe xwendîye, di pey re bi malbatî bar kirine, çûne devera Egeyê ya Tirkîyeyê, salekê jî li wir xwendîye, paşê tevî malbatê vegerîyaye Gîhadînê û xwendina xwe ya navînî û amadeyî li Gîhadîn û Qerekilîseyê kuta kirîye. Pê re jî, li pey tengezarîya xwe, li deverên wek Amed, Hewlêr, Şam, Beyrûd, Mahabad, Îsfahan, Têhran, Tewrêz, Wan, Stembol, Heleb, Batûm û Parîsê ji xwe re gerîyaye, paşê dîsa vegerîyaye ser axa Kurmancîya xwe, cimaetên warxanan. Di xebata xwe ya poetîk de daye pey têgeha poetîkaya mekanî ya Gaston Bachelard, fenomenolojîya gîyan, hêza xeyala biber, hêza xeyalî ya poetîk û şiûra şiêrê. Elegez di ber helbestê re li ser civaknasîyê dixebite, ji Robert Frost ê helbestkarê navdar î Emerîkan hindek helbest wergerandine Kurdî û heta niha di kovarên Çirûsk, W û Nûbiharê de helbestine wî û di kovara Çirûskê de der barê civaknasîyê de çend nivîsên wî hatine weşandin. Wî li Zankoya Atatürkê ya Erziromê Para Mamostetîya Zarokan kuta kirîye, paşê jî li Zankoya Anadoluyê çar salan civaknasî xwendîye, di pey vê re jî di Zankoya Atatürkê, Para Civaknasîyê de dest bi lîsansa bilind kirîye. Niha li Bayîzdê, li gundê bi navê Kirrik Mîrze mamostetîyê dike.

Hibra Sor berhema pêşîn a Rizgar Elegez e.

 

RIZGAR ELEGEZ - Yazarın Kitapları

Kapat