RABINDRANATH TAGORE

Helbestkar fîlozof, romannivîs, şanonivîs, nîgarkêş. Bi eslê xwe ji Hindistanî ye. Di 7’ê Gulana sala 1861’ê de li beşê Benagalî yê bajarê Kalkuttayê hatiye dinyayê. Xwendina xwe, li malê, li ber destên bavê xwe Dibindranat û birayên wî kiriye û her weha li ber destên mamostayekî bi navê Dificindranat ku zanyar, nivîskar, şanonivîs û helbestkar bû.

Tagor ziman û çanda Sanskrîtî, zimanê xwe yê zikmakî û zimanê Îngilizî xwendine. Di sala 1913’an de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye. Xwendegeheke felsefeyî ya naskirî bi navê “Vîsva-Bharatî”yê yan jî Zanîngeha Hindî ya Xwendina Bilind li herêma Şantînîketanê ya rojavayê Bengalê damezirandiye. 

Di salên heştêyî yên çerxa nozdehan de hêçana Tagor a helbestî gihaye û hatiye dîtin, gelek dîwanên helbestan hatine weşandin û di sala 1890’î de bi dîwana xwe ya bi navê “Manasî”yê an ku "Yê Utopîk" hatin sergihandin, dîwana ku pêngaveke mezin a cihêwaz bû, ne tenê di hêçana Tagor de, lêbelê di helbestkarîya Bengalî bi tevahî de.

Di sala 1891’ê de, Tagor çûye Bengala Rojhilatî (Bengladeş) da ku birêveberîya malê malbatê li wir bike û deh salan li wir niştecih bûye.

Dîwana herî xuya û berbiçav di nav wan de dîwana “Sonar Tarî” (Keleka Zêrîn, 1894) bû, her wisa gelek şano jî weşandine, ku şanoya herî xuya “Tişîtra” (1892) bû.

Salên xemgînî û kovanîyê yên ji ber mirina hevjîna wî û du zarokên wî, di navbera sala 1902’yan û ya 1907’an de, xwedî kartêkirineke xuya bû di helbestên wî de. Salên ku tecribeyeke helbestkarîyê ya terwende derxist pêş, ku bi rengekî dîyar di şahberhema wî ya bi navê “Cincalî”yê (Qurbana Stranan, 1912) de belî bûye.

Tagor Ji kelepûra mirovahîyê re bêhtirî hezar helbestî pêşkêş kirine; her weha nêzî bîst û pênc şanonameyên kûr û dirêj,  heşt bergên kurteçîrokan, heşt roman û bi wan re bi dehan pirtûk, gotarên di felsefe, ol, perwerdehî, ramyarî û kar û pirsên civakî de. Bi toreyê re serwextîya Tagor ber bi nîgarkirinê ve çûye, a ku hinekî di jîyekî mezin de bû dema ji xwe re kiriye kar, lê di ser vê yekê re jî wî bi hezarên kevalan kêşan, her weha afirandinên wî yên di muzîkê de jî hebûn, bi hejmar bi ser du hezar stranan re, dudu ji wan bûne sirûdên niştimanî yên Hindistan û Bengladeşê.

Raman û babetên xwe ji helbestên Kalîdasayê yên şanoyî wergirtine, rewşenbîrên li Rojavayê bi nivîsên xwe zimanşikestî kirine û di pişt re wergerên berhemên wî li cîhanê tevî belav bûne. Tagor di qonaxa şêstsalîyê de karbazî kiriye, pişka bêhtir bûye mamostayekî gîyanî, nûjenkerekî wêjeyî û civakî, fîlozofek, romannivîsek, şanonivîsek, nîgarkêşek û berî her tiştî helbestkarek bû.

Tagor di 1941’ê de çûye ser dilovanîya xwe.

RABINDRANATH TAGORE - Yazarın Kitapları

Kapat