R. L. STEVENSON

Romannûs helbestkar, gotarnûs û nivîskarê geştê  yê Skotî. Di 13’e Sermaweza 1850’yî de, li Skotlandê, li bajarê Edinburghê ji dayîk bûye. Stevensonê xeyalperest yekane zarokê malbatê bû. Di sîrî de, di Zankoya Edinburghê, Beşa Endezyariyê de dest bi perwerdehiya bilind kir, lêbelê dixwest bibi nivîskar, lewma di salên zankoyê de, bêtir bi xwendinê re mijûl bû. Di sala 1871’ê di zonkoyê de derbasî Beşa Hiqûqê bû. Di 1873’yan de, profesorê Zankoya Cambridgeê, Sidney Colvin nas kir, ê ku destek da nivîskariya wî. Tenduristiya Stevenson ji çaxa zarokatiyê de ne baş bû; bedena wî qels bû di rehik û pişikên wî de pirsgirêk hebûn; lewma zanko berdabû, lê di 23 saliya xwe de, dîsa dest pê kir, bi piştvaniye Colvin, gotarên wî di kovarên sereke yên wêjeyê de çap û belav bûn.

Stevenson, di Rezbera 1876’an de, Fanyy Osbourna ku dê paşê pê re bizewiciya nas kir. Di 1878’an de li Frenseyê derkete geştê; serbûriyeên wî yên k udi wê geştê de pêk hatin, bûn mijara pirtûka bi navê Travels with a Donkey in the Cêvennes (Li Cêvennesê Geşta Li Gel Kerekî) Sala din, çû New Yorkê û Californiayê.  Piştî demeke kurt, cara yekem pişika wî xwînî bû. Stevenson û Fanny di 1879’an de bi hev re zewicîn. Ji ber nexweşiya xwe, havînên xwe li çiyayên Skotlandê, zivistanên xwe jî li Davosa Swîsreyê derbas kir.

Romana serbûriyan, Treasure Island (Girava Gencîneyê) ku klasîkeke Stevenson a berra ye, pêşî di Kewçêra 1881’ê de; di kovara Young Folks’ê de tefrîqe bû, di 1883’yan de jî wekî pirtûk hate çapkirin. Pirtûka wî ya bi navê Familliar Studies of Men and Books (Xebatên Nas ên Li Ser Mirov û Pirtûkan) ku, tê de benên der heqê nivîskarên bi nav û denge ên wekî Victor Hugo, Robert Burns, Walt Whitman de hatibûn komkirin, piştî salekê çap bû. Piştî wê, kurteçîrokên wî New Arabian Nights (Çîrvanokên Hezar û Yek Şevê yên Nû) hate weşandin. Stevenson paşê li gel hevsera xwe çû başûrê Frensayê; digel xwînîbûna pişikê ya dubure, rojên xwe yên herî bextewar li wan deran derbas kir. Tevî nexweşiyê, Stevenson karê çu caran bi cî nehişt. Di 1884’an d, nexweşiya wî teze kir, di dawiya salê de Stevenson li peravên başûrê Îngilîstanê bi cî û war bû, li wê derê, bi qasî sê selan ma, dîsa jî bi nivîsandinê berdewam bû. Van çaxan, Stevenson xewnek dît, piştî vê xewnê romana Strange Case of Dr Jekyll an Mr Hyd (Bûyera Ecêb a Bijîşk Jekyll û Kak Hyde) nivîsand, ku piştî derçûna wê, li Îngilîstan û Emerîkayê, bi dest xwe re 5600 nusxeyên vê romanê hatin firotin. Stevenson di 1888’an de bi jina xwe re bi keştiyê derkete geşteke dirêj.

R. L. STEVENSON - Yazarın Kitapları

Kapat