OMER RAMAN

Di sala 1981’ê de li Serê Kanîyê ya Serxetê hatiye ser rûyê dinyayê. Dibistana seretayî li Qoser û Serê Kanîyê xwendiye. Ji 2005’an û vir ve ji ber doza sîyasî cezayê muebedê lê hatiye birrîn. Di zindanê de dibistana navîn û lîse qedandiye. Niha ji derve ve sala dawî ya Zankoya Anadoluyê ya Eskişehirê, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî dixwîne. Çîroka wî ya bi navê Lîstika Tirsê di 2012’an de, di Pêşbazîya Çîrokan a Abdullah Duran de xelata mansîyonê wergirtiye.  Çîroka wî ya bi navê Hewara Di Bîrê De di 2014’an de di Pêşbazîya Çîrokan a Şerzan Kurt de xelata yekemînîyê wergirtiye. Raman niha jî di kovara Golikê de wekî karîkaturîst dixebite.  Bi xwe hîn jî di Bendîxaneya Kocaeliyê, Tîpa T’yê de girtî ye.  Atlasa Nîgaşan berhema wî ya pêşîn e.

 

OMER RAMAN - Yazarın Kitapları

Kapat