NİHAT GÜLTEKİN

Di sala 1971’ê de, li gundê Girberan ê navçeya Bazîdê bajarê Qerekilîse ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gundê Girberan, dibistana navîn û amadehiyê li Bazîdê xwendîye. Piştî xwendina xwe du sala (1989–1991) li gundên Bazîdê mamostetiya wekîliyî kirîye. Li Bazîdê, sê salan serokatiya Komeleya Ehmedê Xanî (Ehmedê Xanî Kültür ve Aydınlanma Derneği) kirîye. Bi hevjîna xwe Bahar Gültekin û Mehmet Gültekin re 5 salan li ser Salnama Ehmedî Xanî xebitîye û pênc kitêb çap kirine. Di rojnameya Özgür Gündem, Yeni Özgür Politika, Doğubayazıt Halkın Sesi nivîsên wî û di Kovara Nûbiharê de jî hevpeyvînên wî yên bi rewşenbîr û nivîskarên Sovyeta Berê re weşîyane. Zewicandîye û bi navê Rûbar Agirî kurêkî wî heye. Ji meha Gulana sala 2014’an ve li Stenbolê dijî.

Kilam û Pênûs, Lis 2018

Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî – Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl, Lîs 2019

NİHAT GÜLTEKİN - Yazarın Kitapları

Kapat