MIZGÎN BÎNGOL

Di sala 1972'yan de, li Çewlikê ji dayik bû. Di sala 1993'yan de, li Swêdê bi cî bû. Li Swêdê, Beşa Medyayê di Zanîngeha Vaxjö û Kalmarê de xwend. Her wiha li ser wêje û derhênerîyê salekê di zanîngehê de perwerde bû. Demekê di televîzyona VT û TV4'ê de wekî nûçegihan kar kir, di rojnameyên Swêdî de nivîs, nûçe û gotarên wê weşîyan. Her wiha nûçegihanîya Özgür Politika û Mezopotamya Haber Ajansıyê kir.

Wê sê pêşangehên wêneyan vekirine, der barê zarokên kolanan de pirtûkeke bi wêne û çîrokan weşandîye. Xebatên der barê zarokên kolanan ên li Amedê dimeşîne û serokatîya Komeleya Piştgirîya Zarokên Kolanan ên Li Amedê dike. 

Di Azadîya Welat de, qunciknivîskarî û nûçegihanî, di NewrozTV'yê de, bernameya Nûjîyanê amade û pêşkêş dike. Di rojnameya Sêwdî Smalandpostenê de nivîsiye. Di Şaredarîya Vaxjöyê de wekî wergêr xebîtîye. Her wiha di nava xebatên walîtîya herêma Smalandê ya Swêdê de cî digire.

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.

MIZGÎN BÎNGOL - Yazarın Kitapları

 - 
0
Kapat