MİNE SOYSAL

Di sala 1959’an de ji dayika xwe re çêbû. Li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Edebîyatê Beşa Çnad û Zimanên Asyaya Rojava xwend. Heta sala 1994’an li Mûzeyên Arkeolojî yên Stenbolê wekî arkeolog û lêkoler xebitî û projeyên pêşanîyê danîn. Li herêmên cuda yên Tirkîyeyê tev li lêkolînên kolan û rûxarê bû. Di sala 1996’an de weşanxaneya Günışığı Kitaplığı ava kir. Edîtorîya gelek pirtûkên bo zarokan kir ku di edebîyata zarokan ya bi Tirkî de cîyekî xwe yê girîng heye. Ji bo zarokan, pirtûka çîrokên menzûm ya bi navê Zarokê Sorikî Di Rê De (2005) û ji bo xwendekarên ji her temenî, vegotina bi navê Çîroka Stenbolê (2003) nivîsî. Ji bo zarokan û xortan pirtûkên bi naverokên zanistê amade kirin. Nivîskarê, heta niha bi deh hezaran xwendekaran re, bernameyên gengeşeyên yên înteraktîf çêkirin, di pirtûka bi navê Weyla Pirtûk! (2006) de çîrokên meyla pirtûkxwendinê ya zarok û xortan nivîsîn û di pirtûka bi navê Di Menzelê De Bi Tenê! (2001) de jî, çîrokên gelemşeyên girîng yên xortan nivîsîn. Evînên Di Meha Îlonê De (2001) romana wê ya yekem e ku ji bo xortan nivîsîye. Soysal, di romana wê ya dawî, ya bi navê Li Dûr (2014) de, hewldana avakirina xwebûnîya du xortên ku jîyana wan ji hev cuda ye vedibêje. Nivîskar, rêvebertîya giştî ya weşanê ya Günışığı Kitaplığıyê didomîne.

MİNE SOYSAL - Yazarın Kitapları

Kapat