MEM BAWER

Di sala 1973’yan de, li gundê Safya yê bi ser navçeya Bismilê ya bajarê Amedê ji dayik bûye. Di 1997’an de li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehîyê qedandiye. Helbestên wî heta niha di kovarên bi navê Jîyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan, Tîgrîs, Pîtoresk, kovara Wenda û di kovara Hawara Botan de weşîyane. Nivîsên wî yên rexneyî di kovara W, kovara BÎR û di rojnameya Azadîya Welat de weşîyane. Dîwana wî ya bi navê Stêrka Sêvê û du pirtûkên wî yên zarokan li Farisî hatine wergerandin. Di sala 2014’an de ji bo zarokan tevî sê hevalên xwe Weşanxaneya Hîvayê ava kir. Piştî kar û xebatên sê salan wî û hevalê xwe Ridwan Polat ji bo zarokan di sala 2016’an de Weşanxaneya MORÎ’yê ava kirin. Berhemên wî yên helbestan Monologa Evînên Kedîkirî (2004), Melayîketa Dîl (2008) û Stêrka Sêvê (2013) hatine weşandin. Her wiha Mem Bawer heya niha 14 pirtûkên zarokan jî nivîsandine ûew çap kirine.

Berhemên Wî Yên Ku Li Weşanxaneya Lîsê Çap Bûne:

Stêrka Sêvê, helbest, 2023
Melayîketa Dîl, helbest, 2023
Monologên Evînên Kedîkirî, helbest, 2023

MEM BAWER - Yazarın Kitapları

Kapat