MELE BURHANE TARÎNÎ

Di sala 1985’an de li gundê Tarînê ê bi ser Şemrexa Mêrdînê ve hatiye dinyayê. Piştî dibistana seretayî dev ji dibistanê berdide û berê xwe dide nav medreseyên Kurdan ji bo xwendin û melatîyê. Li bajarên mîna Mêrdîn, Amed, Entab, Êlih û Bidlîsê xwendina xwe berdewam dike û herî dawî xwendina xwe li Bismilê diqedîne û di sala 2004’an de îcazeta xwe werdigire. Piştî wergirtina îcazeyê (dîploma nefermî), wekî her melayekî Kurd berê xwe dide gundan ji bo seydatîyê. Niha jî seydatîya xwe li Mêrdînê didomîne.

Berhemên Wî:
Medrese (Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me), lêkolîn û bîranîn, Weşanên Lîsê, Amed, 2011.

Wergerên Wî:
Hemû Berhem (Ehmedê Xanî), Beşa Mem û Zînê, Weşanên Lîsê, Amed, 2008.
Menzûmeya Tecwîdê ya Seyda Mela Xelîlê Sêrtî, tecwîd, Weşanên Lîsê, Amed, 2015.
Pirtûka Durên Herî Biqîmet Di Ilmê Tecwîdê De, Seyda Muhemmed Hadîyê Licêyî (Seyda Licêyî), tecwîd, Weşanên Lîsê, Amed, 2015.
Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî, dîwan, Weşanên Lîsê, Amed, 2015.
Qesîdeya Burde, Îmam Bûsîrî, helbest, Weşanên Lîsê, Amed, 2015.
Yûsuf Û Zuleyxa, Selîmê Hîzanî, helbest, Weşanên Lîsê, Amed, 2015.

 

MELE BURHANE TARÎNÎ - Yazarın Kitapları

Kapat