M. ZAHIR ERTEKÎN

Li gundê Birkê ê bi Şemrexa Mêrdînê ve girêdayî ye ku li ser girekî nola çîyayekî ye, hatiye dinyayê. Ev gund nêzî heftê kîlometreyî dûrî Amedê ye û di şevên tarî de çirûskên karebaya bajarê Amedê ji vî gundî xuya dibe. Kurê melayekî ye û di nava heyşt bira û xwişkekê de di rêza sêyem de ye. Roj û meha ku hatiye dinyayê nayê bîra dêya wî jî. Li gundê xwe dibistana seretayî xwendiye û paşê li Şemrexê dibistana navîn qedandiye, her wekî ku di nava sê salan de sêsed caran hatibe kuştin û dîsa zîndî bibe…

Lîse li Amedê, li îmamxetîbê (dibistana xwendina olî ye ku melayan digihîne.) de xwendiye. Li Wanê lîsans û master, li Erziromê jî doktoraya xwe qedandiye. Bi salan li Wanê mamostetî kiriye. Piştî doktorayê bi awayekî fermî derbasî beşa Kurdî a Zanîngeha Çewlikê bûye. Hê jî li wê derê wanebêjîya Kurdî dike. Wî jî wekî gelek nûserên Kurd berê bi Tirkî dest bi nivîskarîyê kiriye. Yekem nivîsa wî di rojnameyeke Tirkî de, di sala 1994’an de çap bûye. Wê çaxê sala dawî a lîseyê dixwend. Di sala 2000’î de li Wanê Kovara Şamram dest bi weşanê kir ku yek ji damezrênerê wê bû. Ev kovar heyşt hejmaran derçû. Di kovara Hazanê de xebitîye ku 52 hejmar weşîyaye. Di lijneya kovara Beyaz Gemiyê de cî girtiye. Di kovara Yolcuyê de di quncika hevpeyvînê de kar kiriye û bi gelek kesên navdar re hevpeyvîn pêk anîye û weşandiye. Di van kovarên Tirkî ên ku navên wan borî de gelek çîrok, ceribîn û helbestên wî weşîyane. Ji bilî van kovaran di kovarên Yağmur, Yitik Düşler, Kuşluk Vakti, Abbara, Tarşa Edebiyatê de gotar, helbest û çîrokên wî weşîyane. Yekem pirtûka wî jî ceribîn (Son Kapı, 2010) e û bi Tirkî weşîyaye.. Du salan bê navber di rojnameya hefteyî Bölgeyê de ceribîn

nivîsîne. Piştî vê rojnameyê di rojnameya Şehrîvanê de jî çend mehan qurciknivîsarî berdewam kiriye. Di sala 2009’an de Kovara Nûpelda çap kir. Bi hin hevalên xwe re hê jî kar û barên Nûpeldayê berdewam dike ku heta niha 23 hejmar derçûye. Di Nûpelda, Wêje û Rexne, Nûbihar, Wenda û Heftrengê de nivîsên wî weşîyane. Di sala 2015’an de berhema wî a bi navê Qelem Ey! –ku ji cerîbînan pêk tê- di Weşanxaneya Lorya de derçûye. Di sala 2016’an de berhema wî a bi navê Nêrgiza Lam û Elîfê di Weşanxaneya Lîsê derçûye. Li pê jîyaneke aram nagere, bawer nake ku wê bi jiyaneke pir rehet û sihetxweş li vê cîhanê bijî. Loma gelek hêvîyên xwe taloqî cîhaneke din kiriye. Mirin di kewara mejîyê wî de destpêkek e û hem jî destpêkeke qehar û fasilane. Zêdetir bi Kurdî re ‘eleqedar e. Eger ku wext hebe ji nûsînê bêtir dixwaze bixwîne. Di nava cîhanek e akademîk û nivîskarîyeke sivîlî de diçe û tê, dixwaze ji xwe re jiyaneke sivik û sivîlî terxan bike û barê dilê xwe bi vî awayî ji giranîyê azad bike.

Arama sonucunda hiçbir kayıt bulunamadı.
İsterseniz aşağıdaki formu kullanarak daha detaylı arama yapabilirsiniz.

M. ZAHIR ERTEKÎN - Yazarın Kitapları

 - 
0
Kapat