KERSTIN EKMAN

Nivîskara Swêdî Kerstin Ekman li wilayeta Östergötland, li bajarokê Risinge di sala 1933’yan de çê bûye û li Katrineholm mezin bûye. Li zanîngeha Uppsalayê mastira felsefeyê xwendiye. Di navbera salên 1956-1959’an de di Artfilm de xebitîye û di 1966-1970’yî de wekî mamoste xebitîye. Ekman di 1978’an de wekî seroka Akademîya Swêdî hatiye hilbijartin û wê di 1989’an de dev jê berdaye. Ekman heta niha zêdeyî sî roman nivîsîye, romanên wê bi piranî yên dedektîfî ne, loma ew wekî nivîskareke romanên dedektîfî tê naskirin.

Di salên 1970’yî de rêzeromanên xwe yên navdar Kvinnorna och Staden (Jinên li Bajêr) nivîsî. Di van romanan de bajar bi saya pîşesazîyê çawa bi pêş ve dikevin, ji xwendevanan re vedibêje. Ekman vê pêşveçûnê bi gotina “Bajar di hundirê xwe de dibin bajarê jin û zarokan” dide naskirin.

Kerstin Ekman romana Kûçik di 1986’an de nivîsîye û ev roman di 2002’yan de wekî fîlm hatiye çêkirin. Her wiha berhêm wê yên sereke ev in: Häxringarna (1974), Springkällan (1976), Änglahuset (1979), En stad av ljus (1983), Hunden (1986), Rövarna i Skuleskogen (1988), Händelser vid vatten (1993), Herrarna i skogen (2007), Mordets praktik (2009), Urminnes tecken (2000), Tullias värld (2020), Grand final i skojarbranschen (2011)

 

Kerstin Ekman

Kûçik, Roman, Cervantes, 2022

 

 

KERSTIN EKMAN - Yazarın Kitapları

Kapat