JUAN RULFO

Di sala 1918’an de li eyaleta Jalisco ya Meksikayê, li bajarê Sayula hatiye dinê. Bû şahidê serhildana Cristeroyê ya di navbera salên 1926-1929’an de pêk hatiye. Dema mala xwe bar kirin, Rulfo li México demekê li fabrîkeyeke kaûçûkê xebat kir, li aliyekî jî wekî nivîskarê senaryoyê xebitî. Çîrokên wî yên di kovara Pan’ê de der çûn, di sala 1953’an de bi navê El llano en llamas (Beriya Şewitî) di pirtûkekê de hatin weşandin. Di sala 1955’an de di romana xwe ya kin Pedro Páramo de, têkçûna fizîkî û exlaqî ya cacique (rêberekî herêmî), aniye zimên. Ji sala 1933’an û pê ve Rulfo li bajarê México rûniştiye. Li Enstîtuya Lêkolînên Herêmî ya Netewî di beşa gerînendetiya weşanê de xebitiye û li Navenda Nivîskarên Meksîkayî ji nivîskarên nû re şêwirmendî kiriye. Demeke dirêj li ser romana xwe ya duyemîn La Cordillera (Rêzeçiya) xebitiye û berî ku biqedîne, di sala 1986’an de li México koça
dawî kiriye.


Juan Rulfo, ku nimûneyeke nadîde ye, ji ber ku bi afirandina hejmareke hindik a berheman nav û bandoreke mezin dahênaye, ne tenê ji bo wêjeya bi zimanê Spanyolî,  her wiha di wêjeya cîhanê gişî de jî deng û rengekî xweser û neqane ye. Çîrokên wî ne tenê vegotinên bûyerên hatiye serê lehengên wî yên hem sosret hem ji rêzê ên gundewarên Meksîkayê ne, di heman demê de strana Meksîkayê ne ku salixê didin ji bûyer û helûmercên raborî ên ku dîrok û binhişê welatê wî pêk tînin. Dengê Rulfo, ê ku di çol û çeperên Meksîkayê de, li ser ta û têlên req ên xax û bêtarên giran, serboriyên seyr û dûrîdest dijene.

 

JUAN RULFO - Yazarın Kitapları

Kapat