JACOB & WILHELM GRIMM

Jacob (Ludwig Karl) Grimm, zimanzan, mafnas û pisporê mîtolojîyê yê Alman. Di 4’ê Rêbendana 1785’an de li Hanauya bi ser devera Hesse-Kasselê ve ji dayîk bûye, di 20’ê Rezbera 1863’yan de li bajarê Berlînê miriye. Wî li gel birayê xwe Wilhelm Deutsches Wörterbuch (Ferhenga Almanî) ya mezin û şikûdar berhev kiriye û nivîsîye, bi xwe Deutsche Mytologie (Mîtolojîya Almanan) daye hev. Lê ew û birayê xwe bêtirî van berheman bi berhema xwe ya bi navê Çîrvanokên Cin û Perîyan ên Grimm ve navdar bûne.   

Wilhelm (Karl) Grimm, birayê piçûk ê Jacob Grimm e. Di 24’ê Reşemîya 1786’an de li Hanauya bi ser devera Hesse-Kasselê ve ji dayîk bûye, di 16’ê Berfanbara 1859’an de li bajarê Berlînê miriye. Her wekî kekê xwe, wî jî di Zankoya Marburgê de Beşê Mafnasîyê kuta kiriye. Di berhevkirin û nivîsîna berhevoka çîrvanokan a navdar a bi navê Çîrvanokên Cin û Perîyan de heta mirina xwe hevkarîya kekê xwe kiriye.          

JACOB & WILHELM GRIMM - Yazarın Kitapları

Kapat