Sala 1934 ́an li Silêmanîyê ji dayik bûye. Li cem bavê xwe Mela Mistefa li mizgeftê dest bi xwendinê kiriye. Destpêkê li Bexdayê dest
bi xwendina Şerîetê dike, paşê sala 1951 ́ê li Xaneya Bilind a Mamosteyan dest bi xwendinê dike. Sala 1952 ́yan li Bexdayê tevî xwepêşandanan dibe û birîndar dibe. Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958 ́an, ew xwendina xwe li Xaneya Mamosteyan bi dawî dike û li Rêveberîya Xwendina Kurdî li Bexdayê kar dike. Sala 1963’an li Bakuyê doktoraya xwe werdigire. Sala 1965 ́an vedigere Kurdistanê û dibe Pêşmergeyê Partîya Komunîst a Iraqê. Li zanîngeha Bexdayê tayînî beşa Kurdî tê kirin. Sala 1979 ́an careke din diçe Moskovê. Sala 1992 ́yan dibe endamê Parlamana Başûrê Kurdistanê. Prof. Îzedîn Mistefa Resûl xwedî gelek lêkolînên girîng ên li ser dîroka wêjeya Kurdî ye û ev karê wî ji referansên sereke ên li ser wêjeya Kurdî ye. Karê wî ê li ser Mem û Zînê û Ehmedê Xanî jî yek ji ên herî girîng ên li ser mijarê ye. Wî sala 2019’an di temenê 85 salîyê de li Silêmanîyê
koça dawîyê kiriye.
Hin Berhemên Wî:
Ehmedî Xanî Şa’îru Bîrmendî Kurd, teza doktorayê Moskov, 1977
Mêjuwî Edebî Kurdî, berga duwem, Silêmanî, 2018
Mêjuwî Edebî Kurdî, berga yekem, Silêmanî, 2018
Riyalîzim Di Edebiyata Kurdî Da, teza doktorayê bi zimanê Rûsî, 1983. (ev
pirtûk bi zimanê Kurdî û Erebî jî çap bûye)
Yadewerîyekanm (serhatîyên min), du berg
Bo Ziman/ Ji Bo Ziman, 2005
Edebiyata Kurdîya Folklorîk, Bexda, 1970
Beşek Ji Yadidaşitên Min, Silêmanî, 2006
Şêx Rezayê Talebanî, Hewlêr, 2009
Ehmedê Xanî Şa’îr, Bîrmend, Fîlosof û Sofî, Silêmanî, 2008. (Ev pirtûk bi Rûsî
û bi Erebî jî çap bûye)
Ustad (karekî edebî ye, di derbarê mamoste Beşîr Muşîr)
Şiîrî Kurdî( jîyan û berhemîn şa’îrên Kurd Feqê Teyran, ‘Elî Berdeşanî û
Bextîyar Zêwer), Bexda, 1980
Diywana Ehmed Muxtar Caf, amadekirin, Bexda, 1986
Diywana Sefwet, amadekirin, Bexda, 1984
Mem Û Zîn, amadekirin Casimê Celîl, tîpguhêzî û lêkolîn: Izedîn Mistefa
Resûl, Hewlêr, 2009
Melay Cizîrî Şitêk Derbarey Jîyan û Berhemî, Hewlêr, 1990
Yazarın Kitapları
-
%20İNDİRİM240,00 192,00