ÎSMAÎL DÎNDAR

Di sala 1965’an de, li gundekî Midyadê li Qertmînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Xwendina Xwe ya heta lîseyê Li Erxenê kuta kir. Sala 1983’yan de li Çanakkaleyê, dibistana bilind a mamostetîyê xelas kir. Di 1984’an de li Mereşê dest bi mamostetîya dibistana seretayî kir. Niha jî li Amedê karê mamostetîyê didomîne. Bavê du kur û keçekê ye.

Ji sala 2001’ê ve bi nivîsa Kurdî re têkildar e. Nivîs û çîrokên wî di rojname û Kovarên wek Azadiya Welat, Gündem, Açılım, Evrensel, Radikal 2, Günlük, kovara W, çîrûsk, Nûbihar, Emekçiler, Özgür Kadının Sesi, Tîroj û Dilop de der çûne.

Berhemên Wî 

Hemû Demsal Payîz in, Çîrok, Weşanên Belkî, 2007 

Kewên Birçî, Çîrok, Weşanên Avesta, 2010

Palûte, Çîrokên zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Marî, Çîrok, Weşanên Avesta, 2012 

Siwarê Ewran, Romana Nûciwanan, Weşanên Evrensel, 2014 

Hêvîyên Qeto Qeto, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2016

Seyfo, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2016

Xwezî Bi Wan Rojan, Romana Nûciwanan, Weşanên Morî, 2019 

Warê Leglegan, Romana Nûciwanan, Weşanên Morî, 2020

Wê Rojê, Roman, Weşanên Lîs, Gulan 2021 

 

Wergerên Wî:

Pembûyê Reş, Muzaffer İzgü, Romana zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Masîyê Reş ê biçûk, Samed Behrengî, Romana zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Dewlet, V. İliç LENİN, Weşanên Evrensel, 2011

ÎSMAÎL DÎNDAR - Yazarın Kitapları

Kapat