WILLIAM SHAKESPEARE

William Shakespeare. (1564-1616) Helbestkar, şanonûs, şanoger û lîstikvanê mezin ê Îngilîz. Dibe bê gotin, ku afirandina zimanekî ne xercê mirovekî tektenê ye, lê di peydabûn, zexmbûn û bifirêketina zimanê Îngilîzî de, ku îro ro zimanê hemû cîhanê ye, rola William Shakespeareê şikûdar ê serdema Elizabethê, para wî ya ku tu kes nikare mandel bike, bestbelî ye. Ji ber hukmê Shakespeare ê li ser bîra hemû mirovahiyê, ji ber lîstikên wî yên ku hejmara wan di ser 30’yî re ye, ji ber pêlewanên lîstikên wî yên mîna Hamlet, Macbeth, Lady Macbeth, Othello, Shylock, Romeo, Juliet, Keyser Lear, Caliban, Prospero û gelekên din, ji ber çar helbestên wî yên dirêj û ji ber 154 soneyên wî yên ku hê jî rêzeke wiha ya helbestên evînê nehatiye nivîsandin, wekî di ser wan re bin, reng e bi hêsanî bê gotin, wekî xewna helbestkarê Kurd ê mezin, Ehmedê Xanî (yê ku hema hema hevçaxê Shakespeare e), xewna wî ya ji bo Kurdî, di Îngilîzî de, bi berhemên Shakespeare pêk hatiye, Shakespeare bûye ew kes, ku ala zimanê xwe li banê gerdûnê çikandiye. Lê wê alê bi tenê ji bo Îngilîzî pêl nedaye, ew ev serê 400 salan e bûye destkeftina hemû mirovahiyê, bi riya wergerê bi para qiyametek zimanên cîhanê ketiye û hê jî bi berdewamî dikişe nava gelek zimanên din.

WILLIAM SHAKESPEARE - Yazarın Kitapları

Kapat