GAYE BORALIOĞLU

Li Stenbolê ji dayika xwe re çêbû. Li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Edebîyatê felsefeya sîstematîk û mentîq xwend û di heman beşê de xwendina masterê jî kir. Wekî rojnameger, nivîskara reklaman û senaryoyan kar kir. Senaryoya fîlmê bi navê “Firtûneya Îlonê” nivîsî ku Atıf Yılmaz derhênerîya fîlmî kir. Pirtûka wê ya yekem Tev Çîrok in di sala 2001’ê de, romana wê ya Meçhûl ku di ser wêneyan re honand, di sala 2004’an de, Rîtma Kulek di sala 2009’an de, Jinên Pîrozwer di sala 2014’an de ji alî Weşanên İletişimê ve hatin weşandin. Dengê Di Dilê Min De ku romana bo xortan e, ji weşanên Günışığı Kitaplığıyê di sala 2013’an de hat weşandin. Pirtûk û çîrokên wê bo gelek zimanan hatin wergerandin. Çîroka wê ya bi navê “Mi Xetîce” wekî kurtefîlm hat çêkirin û di gelek festîwalan de xelat girtin. Bi Rîtma Kulekê di sala 2011’an de Mansîyona Xelata Edebîyatê ya Notre Dame de Sion wergirt, bi Jinên Pîrozwer jî di sala 2015’an de Xelata Çîrokan ya Yunus Nadi wergirt. Romana wê ya bi navê Meçhûl ku li Elmanyayê bi navê Der Fall Ibrahim hat weşandin, di sala 2017’an de, ji bo bernameya “Li Nav Rêzikan” ya Fuara Pirtûkan ya Frankfurtê hat bijartin.

GAYE BORALIOĞLU - Yazarın Kitapları

Kapat