EVDO ŞÊXO

Nivîskar û wergêr. Di sala 1987’an de, li bajarê Qamişlokê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendekarê sala dawî ya Beşê Mafnasîyê yê Zanîngeha Şamê ye lê hîn xwendina xwe ji ber rewşa şer a Sûrîyeyê temam nekiriye. Di sala 2010’an de dest bi karê wergerê kiriye û heta niha şeş berhem ji Erebîyê wergerandine ser Kurdîyê. Xebatkarê Weşanxaneya Lîsê ye, wergêrê Radyoya ARTAyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û her weha sernivîskarê beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê ya çandî ye. Niha li Qamişloyê dijî û bi karûbarên çandî mijûl dibe.

Berhemên Wî:
Boxeyê Birîvayê, nivîsên pexşanî, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016.

Wergerên Wî:
Şikeftên Haydrahodahosê, roman, Selîm Berekat, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2013.
Mirîyên Sade, roman, Selîm Berekat, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2014.
Her Du Jîyanname, jîyanname, Selîm Berekat, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2014.
Cihûyê Xweşkok, roman, Elî Elmuqrî, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2014.
Jineke Laşqot, kurteçîrok, Ebas Mûsa, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016.
Hin Pirsyar Der Barê Demokrasîyê De, lêkolîn, Şiyar Îsa, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016.

EVDO ŞÊXO - Yazarın Kitapları

Kapat