ERGÎN SERTEM

Lêkoler û wergêr e. Piş tî lîsansa perwerdeya Ingilîzî li zanîngeha Boğaziçiyê (2007), dereceyên master û doktoraya zimannasiyê li zanîngehên Rouen (2009) û Paris 3’yê (2013) wergirtin. Li zanîngeha Bamberga Elmanyayê lêkoler e. Nivîserê kitêba Rewşa Kurdî ya Sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê (Avesta, 2011), hev-edîtorê (ligel Remezan Alan) Tîr û Armanc: Gotarên Rexneyî li ser Edebiyata Kurdî ya Modern (Peywend, 2014) e. Çendîn kitêb ji Ingilîzî û Tirkî wergerandine Kurmancî û Tirkî, ji wan Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî (Kerim Yildiz, 2009); Yaresan: Bir Kürt Cemaatinin Sosyolojik, Tarihsel ve Dini-Tarihsel İncelemesi (Reza F. Hamzeh’ee, 2009); Kurd û Kurdistan (Arshak Safrastian, 2007).

ERGÎN SERTEM - Yazarın Kitapları

Kapat