EHMED XWACE

Navê wî Ehmed Xwace kurê ‘Ezîz kurê ‘Usman Axayê Erdelanî ye. 6’ê Tîrmeha 1903’yan hatiye dinyayê. Despêkê li medresa Xwace Efendî a bavê xwe û paşê li dibistana dewletê xwendina lîseyê bi dawî anîye. Sala 1922’yan dema Şêx Mehmûdê Hefîd ji Hîndistanê vegerîya Silêmanîyê û hikûmet ava kir, wî Ehmed Xwace kir gencînevanê xwe. Ew beşdarî şoreşa Şêxê Nemir bûye û gelek caran Şêx Mehmûdê Hefîd name bi wî re ji bo berpirsîyarên Îranê û konsolosxaneya Rûsyayê şandiye. Dema rojnameya Umêdî Îstiqlal li Silêmanîyê derket, ew bû edîtorê rojnameyê. Ji wê çaxê de Ehmed Xwace hizra wê kiriye ku lazim e hikûmeta Kurdistanê jî bibe xwedîyê pereyê netewî ku paşê Şêx Letîfê Dansaz dîzayna wî pereyî kiriye. Çîm Dî (Min Çi Dîtin), 101 Piyawî Kurd, Mamostay Perî, Ferhengî Kurdî û Bilanco (werger) berhemên wî ne. Ji bilî van berheman hinek gotar û nivîsên wî di kovara Gelawêjê û çend kovarên din de hatine weşandin. Ehmed Xwace 4’ê Adara 1997’an li Bexdayê koça dawî kir û li Silêmanîyê, li Girdî Seywan hat definkirin.

Berhema Wî:

Min Çi Dîtin, bîranîn, Weşanxaneya Lîs, 2020

EHMED XWACE - Yazarın Kitapları

Kapat