EBAS MÛSA

Di sala 1983’yan de, li bajarê Tirbespîyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2013’an de, Beşê Zimanê Erebî yê Zanîngeha Tişrînê ya Sûrîyeyê qedandiye. Ji sala 2003’yan ve dest bi nivîsîna kurteçîrokên bi zimanê Erebî kiriye. Di sala 2008’an de, tevî hin helbestkaran, kovareke bi navê “Pirtûka Dojehê” weşandiye lê ji ber sedemên aborî û zextên hêzên ewlekarîya Rejîma Beisê ya Sûrîyeyê dewam nekiriye. Li kêleka nivîskarîya bi zimanê Erebî, ew gotar û çîrokên bi zimanê Kurdî jî dinivîse. “Jineke Laşqot”, pirtûka wî ya çapkirî ya pêşîn e. Ji bilî vê pirtûkê, berhevokeke wî ya kurteçîrokên bi zimanê Kurdî heye ku li ber çapê ye û her weha pirtûkeke din a bi zimanê Erebî ku ew jî li ber çapê ye. Niha li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dijî û mijûlî xebatên sivîl, ragihandin û wêjeyê dibe û her wisa sernivîskarê beşê Erebî yê Kovara Sormeyê ya çandî ye ku li Rojavayê Kurdistanê tê weşandin.

Berhemên Wî:

Şampûana Bi Bêhna Sêvan (bi zimanê Erebî), kurteçîrok, Sazîya Çarçirayê ya Çandê, Qamişlo, 2016

Jineke Laşqot (wergera heman pirtûka jorîn e lê li jêr serenavekî din), kurteçîrok, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016

EBAS MÛSA - Yazarın Kitapları

Kapat