DERENIK DEMIRÇÎYAN

Di 1877’an de li Axalkalekê, di maleke navîn de (ji alîyê hebûnê) ji dêya xwe bûye. Xwendina xwe ji dibistana Axalkalakê û ya Ardexanê daye destpêkirin, paşê hatiye li dibistana Vaxarşapatêda (Dêrêda) hîn bûye û axrîyê çûye Tîflîsê li dibistana li ser navê Nêrsîsyan hîn bûye. Li wê derê jî xwendina xwe temam hildaye (1898).

Di navbera 1905-10’an de li Jnêvê bûye, li vê derê ewil ulmê tebîyetê, paşê pedagogîyê hîn bûye. Nivîsara wî di 1893’yan de di “Taraz”ê de derketiye, navê nivîsara wî “Apaxa” (Axrî”, lê 1913 salê kitêba wî şiêra dertê.) bûye.

Serhatî nivîsandîne, ji xeynî wê dramatûrge û hûmorît jî nivîsîne. Di 1913’an de pîyesa wî ya bi navê “Vasak” hatiye neşirkirin. Paşê ev berhemên wî hatine neşirkirin: “Datastan”, “Hovnan Mêtsatûn”, “Kaç Nazar” (Şah Nazar) û yê mayîn.

Berî înqilabê derheqa perîşanbûn û mirina întîligêntê, bûrzûvazîya hûrik de nivîsîye. Lê Înqilaba Oktobirê dergenî teze li ber wî vekirine û wî jî li ser wê serhatîya bi navê “Sato”, “Reşît”, “Nîgar” çap kirine.

Di 1931’ê de Komîsariyeta Ronkaya Cimaeta Ermenîstanê eyda xebata wî ya nivîsarîyê ya 35 salîyê kiriye. Neşirxaneyê nivîsarên wî hemû çap kirine.

Çend nivîsarên wî li Ûrisî, Gurcîkî, Tirkî, Ûkraynkî û Kurmancî hatine wergerandin. Hevalbendê Merkez îcrakoma Zakavkasê ye.

DERENIK DEMIRÇÎYAN - Yazarın Kitapları

Kapat