ASA LIND

Nivîskara Swêdî ya wêjeya zarokan. Rojnamevanî xwendiye. Di sala 1958’an de, li gundekî biçûk ê li bakurê Swêdê ji dayîk bûye, li wir mezin bûye. Wekî keça malbateke xwedî çar keçan, di nava cîhana çîrok, çîrvanok û stranan a geş de zarokatiyeke têrtijî derbas kiriye. Biçûka malê ye, di zarokatiya wê de, ku wê hingê hê xwendin û nivîsandin nizanibûye, kulîna mala dayîka wê di rastiya xwe de jê re bûye cîgehê nivîskariya wê yê pêşîn. Bi şîreta dayîka xwe û ji ber zarokatiya xwe ya bi bîranîn û çîrok û çîrvanok û stranan ve dewlemend, berê xwe daye nivîskariyê, îro wekî nivîskara rêzepirtûkeke bi navê Qureqûm, di warê wêjeya zarokan de nivîskareke naskirî ye.

Åsa Lindh li dorgeyeke bi navê Aland a di navbera Swêd û Fînlandê de dijî, jiyana xwe ya rojane bi tenê bi nivîskariya xwe dadigire.

Lind di çarçoveya projeyeke bi navê Citizens Without Boundaries (Hemwelatiyên Sînornenas) de, di 5’ê gulana 2008’an de hate Amedê, beşdarî bernameyeke li ser wêjeya zarokan bû.

 

 

ASA LIND - Yazarın Kitapları

Kapat